DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Şervanên Şehba: Yê dest bavêje Minbicê dê poşman bibin

 
27 Cotmeh
11:26 2016

ŞEHBA (DÎHA) – Şervanên ku li herêmên Şehbayê li dijî komên çete li ber xwe didin gotin: "Yên ku dest bavêjin Şehbayê dê derbeyên giran bixin û poşman bibin."

Şervanên Hêzên Şoreşger ên ku di çeperên şerê de li dijî komên çete li herêma Şehbayê li ber xwe didin bertek nîşanî êrîşên Tirkiye dan. Şervanan gotin ku ên êrîşî herêmên wan bikin wê derbeyên giran bixwin. Li gorî nûçeya ANHA'yê şervanê Cebhet El-Ekrad Birûsk Şehba ev tişt anî ziman: “Komên çete hewl dan bi dizî derbasî herêmên me bibin, lê me hewldanên wan têk bibirin. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî têkoşîna xwe bidomînin. Dewleta Tirk di hemû aliyan de piştgirî da çeteyên ku êrîşî nuqteyên me dikin. Êrîşên wan me natirsîn e. Yekî ku destê xwe dirêjî herêmên me bike wê poşman bibe.”

Şervanê Cebhet El-Ekrad Rîvan Ebû Hesen got ku ew bi bi moralekkî bilind li be xwe didin û ev tişt anî ziman: “Idayên çeteyan ku dibêjin wam ne têk birin, derew in. gundên ku me rizgarkirin hîna rizgarkirî ne. Em ji wan gundan nekişiyane.”

Şervanê Tugaya Şemal El-Demokratîk Mehmûd Ebû Lêl jî li mijarê bi van gotinan hestê xwe anî ziman: “Li hemberî hemû êrîşan li ber xwe dan û em biser ketin. Piştî ku me gelek gund rizgar kirin, artêşa dewleta Tirk dest bi topbaranan kirin. Em ê bi hemû hêza xwe bersiva wan bidin. Çi bibe bela bibe em ê herêmên xwe biparêzin.”

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN