DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

‘Xeyalên Osmaniyan dê li Şehba bi avê de biçe'

 
27 Cotmeh
11:51 2016

EFRÎN (DÎHA) - Hevserokê Meclîsa Rêveberiya Fermandariya Efrînê Osman Şêx Îsa, bertek nîşanî daxuyaniya Serokomar Tayyip Erdogan a der barê Minbiç û Efrînê de, da û wiha got: "Em dê li dijî êrîşên dagirkeriyê axa xwe biparêzin. Dê xeyalên Osmaniyan li Şehbayê bi avê de biçin."

Serokomarê Tirkiye Tayyip Erdogan duh di civîna keyayan de diyar kiribû ku dê Efrîn û Minbiçê jî paqij bikin û peyama ku êrîşî Minbiç û Efrînê bikin dabû. Erdogan di civînê di plan û projeyên xwe yên der barê Rojava de anîbû ziman. Erdogan, di civînê de gotibû "Hin kes dixwazin OSO û Tirkiye ji El Babê dûr bixin. Lê em dê têkoşîna xwe ya bi terora DEAŞ, PYD-YPG'ê re berdewam bikin" û peyama ku ligel komên OSO beşdarî şerê Şehbayê bibin dabû. Hevserokê Meclîsa Rêveberiya Fermandariya Efrînê Osman Şêx Îsa têkildarî mijarê roportaj da ANHA'yê û bertek nîşanî daxuyaniya Serokomar Tayyip Erdogan da. Îsa, der barê Minbiç û Efrînê de, wiha got: "Em dê li dijî êrîşên dagirkeriyê axa xwe biparêzin. Dê xeyalên Osmaniyan li Şehbayê bi avê de biçin."

Koalisyon û Tirkiyê hevkarê komployê ne'

Hevserokê Meclîsa Rêveber Osman Şêx Îsa da zanîn ku tişta ku li Efrînê diqewime û tê plankirin komployeke navnetewiye û koalisyona navnetewî hevparê vê yekê ye û wiha axivî: ¨Li hember dagirkeriya Tirkiyê ya Kantona Efrînê û herêma Şehbayê, bêdengiya Koalisyona Navnetwî komployeke navnetwî ye.¨

'Xeyalên Osmaniyan wê li herêma Şehba bi dawî bibin'

Şêx Îsa anî ziman ku dewleta Tirkiyê ev deh rojin gundên herêma Şehbayê ku Hêzên Şoreşger rizgar kirine topbaran dike û wiha domand: ¨Tirkiyê li ser şêniyên wan herêman komkujiyan dide meşandin, gel neçarî koçberiyê dike û dixwaze Kantona Efrînê û herêma Şehbayê dagir bike û got xeyalên Osmaniyên ên herêma Şehbayê wê têk biçin".

Şêx Îsa polîtîkaya ku dewleta Tirk li ser pêkhateyên Sûriyeyê dide meşandin wiha nirxand:" Tirkiyê bi alîkariya hinek girûpên Tirkmen, dixwaze fitnê bixe navbera pêkhateyên Sûriye û parçebûnê çêbike".

'Rizgarkirina Şehbayê dê derî ji siyasetê re veke'

Şêx Îsa anî ziman ku eger riya di navbera Efrîn, Kobanê û Cizîrê de vebe, dê bandor li ser siyasetê bike û wiha pê de çû: " Divê xetmandina ku di siyasetê de tê jiyîn, were derbaskirin. Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê were avakirin û hemû plansaziyên dewleta Tirkiyê li ser Sûriye û Rojava têk biçin¨.

Gel dê li ber xwe bide

Şêx Îsa li ser berxwedaniya gelê Efrînê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirkiyê wiha got: "Gel li hemberî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê, li ber xwe dide. Gel êdî têdigihêje ku ew dikarin li hemberî dagirkeriya Tirkiyê, bisekinin. Gel her dem di rewşeke awarte de dijî. Her ku Tirkiyê plan dike ku bi pêşve were, bi hezaran gel piştgirî didin hev û radibin ser xwe û destek dide Hêzên Şoreşger¨.

'Rêveberiya Xweser destdirêjiya Tirkiyê napejirîne'

Şêx Îsa got ku ew weke Rêveberiya Xweser destdirêjî û dagirkeriya Tirkiyê ya li ser Efrînê qebûl nakin û ev tişt got: "Em bi hêza gelê xwe herêma xwe diparêzin. Em destûr nadin ku tu kes bikeve xaka me û dagir bike. Lewre em bang li gelê Efrînê dikin ku berxwedaniya xwe bidomînin"

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN