Polîsan li navçeyên Şirnexê bi ser malan de girt
27 Cotmeh
11:59
2016
ŞIRNEX (DÎHA) - Polîsan li navçeya Elkê û Silopiya bi ser gelek malan de girt û 6 kes binçav kirin.
Polîsan li navçeya Elkê û Sîlopya yên Şirnexê bi ser gelek malan de girt. Polîsan li gundên Berojan û Tatarê yên Elkê Serokê MEYA-DER'ê Ali Akdag û xebatkarê Şaredariyê Nuri Nişanci welatiyên bi navê Necmettin Ataman, Sekvan Ataman û Aydin Ataman binçav kirin. Polîsan li taxa Dicle ya Sîlopya jî bi ser malan de girt û welatiyê bi navê Ferhat Ozkaya binçav kirin. Sedema binçavkirinê nehat zanîn. Kesên hatin binçavkirin birin midûriyetên polisan.
(mae)