DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Dadgehê ji bo Yuksekdag biryara 'bi zorê bîne' da

 
27 Cotmeh
12:12 2016

ENQERE (DÎHA) - Heyeta dadgehê der barê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag de biryara "Bi zorê bîne" da.

Piştî der barê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag de biryara destnedayînê hat rakirin, niha jî heyeta dadgehê der barê Yuksekdag de biryara "Bi zorê bînin rûniştina dadgehê" da. Rûniştina Yuksekdag li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin. Di rûniştina dozê de Yuksekdag amade nebû, lê parêzerê Yuksekdag Kemal Maçoglu amade bû. Parêzer Maçoglu, anî ziman ku ew parêzerê Yuksekdag e, û rakirina destnedayîna wekîl li dijî Qanûna Bingehîn e. Maçoglu xwest biryara bi zorê bîne bê rakirin. Lê heyetê daxwaza parêzer red kir û der barê Yuksekdag de biryara "Bi zorê bînin rûniştinê" da. Rûniştina doza Yuksekdag dê di 16'ê mijdarê de bê dîtin.

Dadgehê der barê Yuksekdag de berê jî heman biryar dabû.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN