Jin xwedî li vîna xwe derdikevin
 
								
							27 Cotmeh
									
										12:37
										2016
									
								STENBOL (DÎHA) - Jin dê binçavkirina Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak bi dirûşmeya "Gulten Kişanak vîna me ye, jin xwedî li vîn xwe derdikevin" şermezar bikin.
 
Jinên ku di nava wan de jinên HDP'î, jinên Meclîsa HDK'ê, Hevparên KJA'yê yên Stenbolê jî hene dê binçavkirina Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, sibe saet di 18.00'an de li Qada Galatasarayê bi daxuyaniyekê şermezar bikin.
Jinên ku dê bi dirûşemaya "Gulten Kişanak vîna me ye, jin xwedî li vîn xwe derdikevin" daxuyaniyê bidin bang li hemû sazî û rêxistinên jinan ên li Tirkiyeyê kirin ku piştgiriyê bidin wan.
(mb)

 
			 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							