Wekîla HDP’ê Konca: Dê AKP winda bike
AMED (DÎHA) - Wekîla HDP'ê ya Sêrtê Besîma Gonca, bertek nişanî binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê da û diyar kir ku ew dê hemû rêbazên têkoşînê pêş bixin. Gonca, anî ziman ku dê AKP winda bike.
Bertek û nerazîbûnên li dijî binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli zêde dibin. Wekîla HDP'ê ya Sêrtê Besîma Gonca, bertek nişanî binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê da û diyar kir ku ew dê hemû rêbazên têkoşînê pêş bixin. Gonca, wiha got: "Dê AKP winda bike û têkoşîna gelê kurd dê bi ser bikeve. AKP nêzî 2 salin li dijî nirxên gelê kurd şer dike û êrîşî nîrxên gelê kurd dike. Gelê kurd ji ber ku li Sûr, Cizîr, Şirnex û Sîlopya di ber xwe da îro qeyûmê tayîn dike. Li gel vê yekê gel dîsa teslîm nebû. Îro ne tenê Hevşaredarên me Firat Anli û Gultan Kişanak e. Di şexsê hevşaredarên me de li dijî hemû şaredar û gelê kurd êrîş heye. Di şexsê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de vîna 40 milyon gelê kurd êrîş heye. Helwesta AKP'ê li dijî vîna 40 milyon gelê kurd e. AKP îro li Rojava û Şengalê êrîşî vîna gelê kurd dike. Bi feraseta faşîzmê êrîşên xwe kurd dike. Dibe ku em li dijî xerakirin û hilweşîna Cizîr û Sûrê nebûn asteng, lê em destûr nadin qeyûmê tayînî Şaredariya Amedê bike. Ger ku em bi komî li dijî van êrîşan nesekinin, dê ji bo demokratîkbûna Tirkiye û têkoşîna gelê kurd windahiyek mezin be. "
‘Ya ku AKP li Amedê pêk tîne, senteza DAIŞ û Cemaetê ye'
Konca, destnîşan kir ku gelê kurd di bin êrîşên giran de ye û wiha berdewam kir: "Wekîl, şaredar û partiya me di bin êrîşên giran de ye. AKP ku li dijî darbeya 15'ê Tîrmehê bi ser neket, îro li dijî kurdan darbeyê pêk tîne. Pêkanînên AKP'ê yên li Amedê senteza DAIŞ'ê û cemaetê ye. Di 2009’an de 10 hezar siyasetmedarên kurd hatin girtin. Îro AKP vê yekê dubare dike. AKP'ê di 15'ê Tîrmehê de got kolan rewa ne. Lê îro kolanan li me qedexe dike. Em dê li hemû kolanên Amed û Kurdistanê dakevin qadan û li her derê dengê xwe bilind bikin. Heta ku em encamê bistînin em dê li kolanan bin. Em dê hemû rêbazên berxwedanê pêk bînin û em dê bi ser bikevin. Yê winda bike dê îktîdara AKP'ê be."
(mae)