Di operasyona li dijî DAIŞ'ê de 81 kes hatin binçavkirin
STENBOL (DÎHA) - Li navenda Stenbolê li dijî DAIŞ'ê operasyon hat lidarxistin. Di operasyona li dijî DAIŞ'ê de 60 kesên biyanî bi giştî 81 kes hatin binçavkirin.
Polîsên TEM'ê yên girêdayî Midûriyeta Polîsan a Stenbolê li dijî DAİŞ''ê operasyon pêk anîn. Di serdegirtina 31 navnîşanên cuda yên li navçeyên Beylikduzu, Başakşehir, Kagithane, Fatîh, Gaziosmanpaşa, Pendik, Gungoren û bajarên Dîlok, Riha, Erzirom, Kirklarelî û Edirneyê de 60 biyani bi giştî 81 kes hatin binçavkirin.
(mae)