10 kes li Dêrîkê hatin binçavkirin
MÊRDÎN (DÎHA) - Li Dêrikê polîsan bi ser gelek malan de girtin û di nav wan de endamê DBP'ê, xebatkar û endamên şaredariyê jî hene nêzî 10 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê polîsan serê sibê bi ser taxên Tepebaşi, Dag, Kuçukpinar û Zeytînpinarê de girtin. Di encama serdegirtina malan de xebatkarên Şaredariya Dêrîkê Salîh Aydin û Cîhan Akar, Endamê Meclîsa Şaredariyê Hasan Adar û Endamê Rêxistina DBP'ê ya navçeyê Cebraîl Parilti û hin welatiyên ku navê wan nehatin zanî nêzî 10 kesan hatin binçavkirin.
Hat zanîn ku kesên hatin binçavkirin birin şaxa TEM'ê ya navçeyê.
(kom/mb)