Encu: Em ê li dijî êrîşan xwedî li vîna xwe derkevîn
AMED (DÎHA) - Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu ku pişî êrîşên li hember Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat bajar diyar kir ku ew ê li dijî êrîşan xwedî li vîn û axa xwe derkevin. Encu bang li her kesî kir ku xwedî li vîna xwe derbikevin.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu derbarê êrîşên li hember Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û binçavkirinan de axivî. Encu, anî ziman ku piştî AKP di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de biser neket li hember gelê Kurdistanê şer daye destpêkirin.
Encu, da zanîn ku dixwazin bi zora çekan dest deynin ser şaredariyên wan û wiha got: "Ev êrîş li dijî vîna gele. Beriya 100 salan li ser maseyê qedera gelê kurd diyar kiribûn lê niha gelê kurd li çar perçeyên Kurdistanê dixwazin qedera xwe diyar bikin û bibin xwedî statû. Li hember vê daxwaza gelê kurd tehemûl nakin. Heta roja îro dijminên kurdan xwe li ser bêstasûbûna gelê kurd dan jiyîn û dixwazin vê bidomînin. Lê niha yan dê gelê kurd 100 sal din di bin bindestiya sedestan de jiyan bikin an dê pêşeroja xwe ya azad û wekhev ava bikin. Kurdan ji xwere ev kiriye şîar û ji ber wê li dijî van êrîşên giran li ber xwe didin. Em ê li dijî van êrîşan xwedî li vîn û axa xwe derkevin."
Encu, bi lêv kir ku Anli û Kişanak ne siyasetmedarên ji rêzê ne û wiha pêde çû: "Bi binçavkirina wan re zemîna girtina hemû hilbijêrên gelê kurd ava dikin. Dixwazin bizanibin ku gelê kurd çawa nêzî vê dibe û dê li gorî vê polîtîkayên xwe bixin meriyetê. Ger em xwedî li hevşaredarên xwe derbikevin, dê sibe nikaribin bi hêsanî dest dirêjî hilbijêrên gelê kurd bikin."
Encu, bi bîrxist ku li hember hemû aliyên demokratîk û mûxalefet êrîş pêk tên û wiha axivî: "Êdî êrîşî hemû aliyên civakê dikin. Çapemeniya azad hemû girtin û xebatkarên wan girtin. Destûr nadin ku kesek tiştekî bêje. Em tenê dikarin bi berxwedanê van êrîşan bişikînin. Em bang li hemû kesên ku di xeyala wan de li ser vê axa wekhevî jiyan bikin heye, xwedî li xwe û vîna xwe debikevin. Divê hezaran gelê Amedê peyamekê bidin zîhniyeta serdest. Divê nîşan bidin ku gelê kurd li hemberî sedestan gavekê jî paşde na avêje."
(mb)