Mamosteyên ji kar hatin derxistin hatin binçavkirin
27 Cotmeh
14:03
2016
AYDIN (DÎHA) - 6 mamosteyên endamên Egîtîm Senê yên ku duh li Dîdîmê ji kar hatin derxistin hatin îro hatin binçavkirin.
Li navçeya Dîdîma Aydınê duh 6 mamosteyên endamên Egîtîm Senê de ji kar hatibûn derxistin, polîsan îro bi ser malên mamosteyan de girtin û mamoste binçav kirin. Serokê Egîtîm Sena Dîdîmê Turgay Elçî, Mustaga Dagli, Mehmet Saritaş, Gokhan Gok, Orhan Goru û Dursn Keleş ên ku polîsan li malên wan lêgerîn pêk anîn û binçavkirin hat zanîn ku birine Midûryeta Polîsan a navçeyê.
Hat zanîn ku endamên Egîtîm Senê bi hinceta tevlî daxuyaniya çepemeniyê bûne hatine binçavkirin.
(mb)