DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Gelê Minbic û Kobanê: Çawa DAIŞ li Kobanê têk çû Tirkiye jî dê wisa be

 
27 Cotmeh
14:38 2016

ERDOGAN ALTAN

KOBANÊ (DÎHA)
- Gelê Minbic û Kobanê bertek nîşanê daxuyaniya Serok Komarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dan û diyar kirin ku çewa dewleta tirk bi çeteyên xwe DAIŞ'ê re li Kobanê bi bin ket, heke xwe di Minbicê de biceribînin dê li wir jî li bin bikeve. Bersiva herî xweş jî kurê Ehmed Casimî ku di pêngava Minbicê de jiyana xwe ji dest da, da Erdogan û got "Bavê min ji bo rizgarkirina gelê Minbicê şehîd ket, pêwîst bike ez jî amade me."

Dewleta Tirkiye, hikûmeta AKP'ê û Serokomar Erdogan, piştî dagirkirina Cerablûs û Raî (Çobanbey) niha jî li ser Bab û Minbicê hesaban dike. Serok Komarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan, piştî bi çeteyên girêdayên Artêşa Azad (OSO) yê re êrîşên li ser gund û bajarên herêma Şehba û Kantona Efrînê, niha jî daxuyaniya "Çi dibe bila bibe em ê bikevin Bab û Minbicê" da. Li ser vê yekê gelê Minbic û Kobanê bertek nîşanê êrîşên li ser Efrînê û daxuyaniya Erdogan dan û diyar kirin ku çewa ew tevî DAIŞ'ê li Kobanê bi bin ket, heke biceribînin dê li Minbicê jî li bin bikevin.

'Erdogan heta niha li dijî DAIŞ'ê dengê xwe nekir çima niha dengê xwe dike'

Yek ji esnafê Minbicê Mihemed Heqî, bertek nîşan da û diyar kir ku Tirkiye û Erdogan heta niha li Girê Spî, Minbicê û gelek deverên din DAIŞ dagir kiribû û tê de bû lê dengê dernedixistin, niha çima dibêje 'em ê Minbicê bistînin'. Heqî, da zanîn ku lê piştî Kobanê, Girê Spî û Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kir niha radibe dibê 'em ê bistînin' û wiha got: "Ev jî dide nîşandan ku dewleta tirk, Erdogan dijminatiya kurdan û gelê bakurê Suriye dike. Ji ber vê yekê çewa me nehişt Kobanê bikeve û çeteyan ji Kobanê, piştre Girê Spî û Minbicê paqij kir, em dê nehêlin bikevin Minbicê. Em ê di serî de Babê jî bigirin. Êdî bese gelê wir ji çeteyan ewqas êş kişandine. Dewleta tirk berê de bi DAIŞ'ê re hevkariyê kir û êrîşê Kobanê kir ku li bin ket, niha jî di bin navê Ceyş El Hur çeteyan gihiştandiye hev û ji DAIŞ'ê xirabtir êrîşê Efrîn û herêma şehba dike. Em van êrîşan şermezar dikin û em heta dawî pişgiriyê didin gelê Efrînê."

'Erdogan li ser xewna berê ye'

Yek ji esnafê Kobanê Mamed Mihemed, bertekek tund nîşanê êrîş û daxuyaniya dewleta tirk û Erdogan da û destnîşan kir ku niha dibêjin em ê bikevin Bab û Minbicê li ser xewna xwe ya 400 sal berê ne. Mihemed, wiha got: "Me çewa Kobanê parast û ji wan û çeteyên wan re berneda em Minbicê jî ji destê xwe bernadin. Li Kobanê kurd tenê bûn, lê niha Minbicê ereb, kurd, turkmen, suryanî û baweriyên din hene, hemû bûne yek di Minbicê de. Hûn di Kobanê de bi kurdan tenê nikaribûn, niha hûnê çewa li gelên bi hev re jiyan dikin têk bibin, hûn nikarin, hûnê nikaribin." Mihemed, bang li hemû gelên li Suriyê kir û xwest li hemberê êrîşên dewleta Erdogan û çeteyên wî bibin yek.

'Hûn di Kobanê de bin ketin heke xwe biceribînin dê di Minbicê de jî bin bikevin'

Niştecihê heremê Mahmud Zoravî jî, anî ziman ku Suriye ne axa Erdogan û dewleta tirk e, çi heq dixwe de dibîne ku dikeve axa Suriyê. Zoravî, destnîşan kir ku çewa Erdogan û çeteyên xwe li Kobanê bin ketin heke biceribînin dê li Minbicê jî bin bikevin û derbirî ku ew dê destûrê nedin wan ku bikevin Efrîn, Bab û Minbicê. Zoravî, diyar kir ku ketina Minbicê dê wisa ne hêsan be.

'Bavê min ji bo parastina gelê Minbicê şehîd ket pêwîst bike em ê jî xwîna xwe bidin'

Bêguman bersiva herî xweş û dijwar ji hêla Mahmud Ehmed ku bavê wî di pêngava rizgarkirina Minbicê de yê di nava refê Meclîsa Leşkeriya Minbicê de bû jiyana xwe ji dest dabû, hate dayîn. Bavê Mahmûd, Ehmed Casimî ku 65 salî bû tevlî nava Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bibû û di pêngava rizgarkirina Minbicê de li hember DAIŞ'ê şer dikir, di roja 15'emîn pêngavê de jiyana xwe ji dest dabû. Kurê Ehmed Casimî, Mahmûd Ehmed diyar kir ku ji bo gelê Minbicê ji bin dagirkerî, zilm û zordariya çeteyên DAIŞ'ê ku hevkarê dewleta tirk bû derbixe, şer kir û şehîd ket. Mahmud Ehmed, wiha got: "Bavê min ji bo gelê Minbicê û heremê şer kir û şehîd ket. Eger Erdogan û çeteyên wî êrîşê Minbicê bikin ez jî amade me xwîna xwe bidim. Xwîna bavê min wisa ne erzan e, ketina Minbicê jî wisa ne hêsan e. Em ê rê nedin Erdogan û çeteyên wî."

(ea/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN