DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Gelê Amudê êrîşa li ser Şaredariya Amedê şermezar kir

 
27 Cotmeh
15:21 2016

AMÛDÊ (DÎHA) - Gelê Amûdê êrîşa li ser şaredariyên gel ên Bakurê Kurdistanê şermezar kir û diyar kir ku Tirkiyê bi van kiriyarên xwe dixwaze îradeya gelê kurd binpê bike.

Li gorî Nûçeya ANHA'yê Şaredariya Gel a Amûdê bi aramanca şermezarkirina êrîşa Dewleta Tirk ya li ser Şaredariya Gel a Amedê, daxuyaniyek da. Daxuyanî bi beşdarbûna endamên şaredariyê li ber avahiya şaredariyê ve pêk hat. Hevseroka Şaredariyê Dicle Silêman daxuyanî da û diyar kir ku di dema li Kurdistanê pêşketinên mezin têne jiyankirin, dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser gelê kurd roj bi rêz zêde dike û wiha got: “Em dizanin ku dewleta Tirk tu mafê jiyana azad ji gelê kurd re nas nake. Lê belê rojane êrîşên xwan ên li ser gelê me zêde dibe. Ji bo şerê Rojava piştigiryê dide çeteyan û êrîşan pêk tînin.” Dicle, di berdewama daxuyaniyê de jî wiha got: “Dewleta Tirk li Şehbayê komkujiyan pêk tîne. Dixwaze derbasî bajarê Minbicê û Babê bibe û herêmê dagir bike. Lê ji ber berxwedana gelê herêmê û hêzên şoreşger dewleta Tirk di siyasetên xwe de têk diçe. Ji ber vê yekê niha jî li Bakurê Kurdistanê êrşî şaredariyên gel dikin û dixwazin vînga gelê kurd li Bakur jî bişkînin. Xebatkarên şaredariyan binçavdikin.”

Dicle, di dawiya daxuyaniyê de jî got ku jinên kurd dê rê nedin dewleta Tirk a dagirker ku îradeya gelê kurd binpê bike û wiha dawî li daxuyaniyê anî: “Em wek jinên kurd hemû hewildanên xwe bikin ta azadiya hevalên me yên Bakur. Em soz didin ku emê wan bi tenê nehîlin û heta azadiya wan tekoşîna xwe bilind bikin.”

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN