Li Mûşê xwendekarek hat girtin
MÛŞ (DÎHA) - Li Mûşê xwedekara zanîngehê Zeynep Yakut ku hatibû binçavkirin hat girtin.
Li Mûşê xwendekara Zanîngeha Alparslanê ya bi navê Zeynep Yakut ku di 18'ê Cotmehê de hat binçavkirin piştî karên wê yên li Midûryeta Polîsan bi dawî bû sewqî Edliyeya Mûşê hat kirin. Yakut ku li dozgeriyê îfadeya wê hat girtin, bi îdîaya "endama rêxistinê ye" sewqî dadgehê hat kirin. Dadgehê bi heman îdîayê biryara girtina Yakut da û ew şand Girtîgeha Tîpa E a Mûşê.
(mb)