Polîsan êrîş xwendekaran kirin û 10 xwendekar binçavkirin

27 Cotmeh
16:59
2016
STENBOL (DÎHA) - Komek nijarperest di bin çavdêriya polîs û tîmên taybet de ketin zanîngeha Stenbolê û êrîşî xwendekaran kirin.
Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê derbarê pirsgirêkên xwe yên li kantîn û destşûkan de li Kampusa Beyazitê civînek pêk anîn. Li vê navberê de komek nijarperestên ku di bin çavdêriya polîs û tîmên taybet de ketin kampusê xwe êrîşî xwendekaran bikin. Xwedekarên ku êrîş paşde vegerandin vê carê rastî êrîşa polîs û tîmên taybet ên ku koma nijatperest diparast hatin.
Di êrîşa polîsan de 10 xwendekarên zanîngehê hatin binçavkirin.
(mb)