Malbatên Roboskî: Gelê Kurd tucaran serî natewîne
ŞIRNEX (DÎHA) - Malbatên Roboskî bertek nîşanî xirakirina konbajarên li Şirnexe û binçavkirina Kişanak û Anli dan û diyar kirin ku dê gelê kurd tucaran serî ne tewîne.
Malbatên Roboskê yên ku di 28'ê Kanûna 2011'an de 34 zarokên wan ji aliyê balefirên artêşa tirk ve hatin qetilkirin, di hefteya 252'emîn de li Şehîdgeha Roboskiyê hatin cem hev û daxwazên xwe yên edaletê anîn ziman.
Malbatên ku gorên zarokên xwe ziyaret kirin, dua xwendin û şekir li welatiyan belav kirin. Piştî malbatan goristan ziyaret kirin, li ser navê malbatan Vahît Encu daxuyaniyek da û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê û Erdogan li her qadê dijminatiya li dijî kurdan derxistiye asta herî jor.
Encu, bi lêv kir ku dewlet malên welatiyên Şirnexê hilweşandin, niha jî konên ku têde dimînin dihilweşînin û wiha got: "Ger ev ne faşîzm be çiye? Em vê helwesta li dijî gelê Şirnexê şermezar dikin. Em ê bi gelê Şirnexê re di nava piştgiriyê de bin."
Encu, bertek nîşanî binçavkirina hevşaredarên Amedê da û wiha axivî: "AKP bi van pêkanînan dixwaze gel biçewisîne. Gelê Kurd tu caran serî na tewîne. Em ligel hilbijêrên ku bi vîna gel hatine hilbijartinin. Em banga piştevaniyê li hemû gelê xwe dikin."
(mb)