DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Sînan Çîftyurek: Berxwedana Kobanê mînak bigirin

 
28 Cotmeh
09:02 2016

ENQERE (DÎHA) – Serokên Partiyên wekî OSP, PAK û KDP-T bertek nîşanî binçavkirina hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin ên Amedê dan û gotin
ku girtin û binçavkirin tu pisgirêkan çareser nake û dê pirsgirêkan kurtir bike.

Piştî îlankirina OHAL’ê di hemû qadan de gelê kurd û siyasetmedarên kurd hedef hatin girtin û bi sedan siyasetmedar, rêveberên partiyan û hevşaredarên kurd hatin binçavkirin û girtin. Bi derxistina Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de êrîşên li hemberî siyasetmedarên kurd gihîştin asta herî bilind. Taybet jî li dijî şaredariyên DBP’ê êrîş zêde bûn û gelek şaredarî ji destê şaredarên kurd hatin stendin û qeyûm hatin tayînkirin. Herî dawî 2 roj berê hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli hatin binçavkirin. Serokên partiyên Partiya Azadî û Sosyalîst ( OSP), Partiya Azadiya Kurdistan(PAK ) û Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyeyê (KDP-T)
di têkildarî binçavkirina hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin ên Amedê de ji DÎHA’yê re axivîn.

‘Li hemberî şaredariyên kurd derbe pêk tê’

Serokê Giştî yê OSP’ê Sînan Çîftyurek got ku ew binçavkirina Kişanak û Anli şermezar dikin û ev siyaset mûdaxeleya îradeya gel ewiha axivî: “Di serî de em bibêjin ku ev siyaseta hikûmetê bi awayekî aşkera mûdaxeleya îradeya gelê kurd e. Şaredarên ku dora sedî 80-85 deng girtin û hatin hilbijartin wek darbe şaredariyan ji destê wan tên girtin. Gotin ku hewldana darbeyê bi ser neket. Em ji bo na vê yekê hemû kêfxweş bûn. Lê paşê derdikeve holê ku hikûmet li hemberî siyaseta kurd û gelê kurd dest bi darbeyê kiriye.”

‘Hatina pênşemê ji çarşemê diyar e’

Çîftyurek da destnîşan kir ku hatina pênşemê ji çarşemê xuya ye û axaftina xwe wiha domand: “Dema ku dora li hemberî 25 şaredariyên me qeyûm hat tayînkirin, me dizanî ku ev helwesta hikûmetê dê berdewam bike. Ji ber vê yekê pêş gotina hatina pênşemê ji çarşemê xuya ye careke din ev rastî derxist pêş çavan. Îro ber bi çav e hikûmeta Tirkiyeyê tehemûlî siyaseta kurd nake.”

‘Xwedî derketina Kobanê dubare bikin’

Çîftyurek bal kişand ser berxwedana kobanê û wiha pêde çû : “Ger gelê kurd çawa ku xwedî ji Kobanê derket niha jî wekî Kobanê xwedî ji şaredariyên xwe derketibûyana ev êrîş nedihatin kirin. Ger gel bi awayekî hêz û xurt xwedî ji mafê xwe derbikeve ev êrîş dê bê encam bimînin. Bê guman dewlet karê xwe dike. Lê karê dewletê nîn e ku êrîşî
îradeya gel bike û mafê wan ê demokratîk ji destê wan bistîne. Ez bang li hemû qadroyên siyaseta kurd, dostê gelê kurd û gelê kurd dikim xwedî ji îradeya xwe derbikevin û nehêlin tu kes îradeya me tune bihesibîne û binpê bike.”

‘Ger hûn binçav bikin divê delîl di destê we de hebin’

Serokê Giştî yê KDP-T’yê Mehmet Emîn Kardaş diyar ku di demokrasiyê de rê û rêbazên binçavkirinan hene û wiha axivî: “Di hemû zagonan de rê û rêbaz û pîvanên biçavkirin û girtinan hene. Yanî binçavkirin di demokrasiyê de, di fikr û ramanan de tawan ne bi aşkere bin û delîl ne bi holê bin ji ber hîn gumana tu kes nayên binçavkirin û girtin. Ji ber vê yekê em jî li hemberî vê biryara binçavkirina Anli û Kişanak disekinin. Ger hûn kesan binçav bikin û bigirin divê ji di destê we de delîl hebin.”

‘Ev girtin dermirovî û demokrasî ne’

Kardaş got ku kes sûcdar bin divê di derbarê sûcê wan de delîl bên nîşan dan û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Dema ku sûcê kesekê hebe divê hûn delîlan nîşan bidin û piştre wan kesan bigirin û binçav bikin. Ev girtin û binçavkirinên wiha ne li gorî însaniyetî û demokrasiyê ne. Siyaset bi vî awayî nayê meşandin û siyaseta wiha jî ji aliyê tu kesê ve nayê pejirandin.”

‘Divê kurd yekitiyek xurt ava bikin’

Kardaş di dawiya axaftina banga yekitiya siyasetmedar û partiyên kurd kir û ev tişt anîn ziman: “Dewlet piştî hewldana darbeyê hemû kes ji xwe re wekî dijmin dibîne. Kesên ku neçin xweşiya dewletê tên girtin û binçavkirin. Gelê kurd jî wekî gelê Ereb û Ecem xwedî mafê rewa û xwezayî ye. Mafê wî ser axa wî dewletbûyinê, dîrok û çandî heye û bi zimanê xwe bijî. Îro li ser axa kurda şerê dinyayê heye. Dewletên Cîhanê ji ber ku dixwazin axa kurdan bibin xwedî par li Iraqê,Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat li ser axa kurdan şerê dinyayê didin meşandin. Ji ber vê yekê divê rêxistin, siyasetmedar û partiyên kurda hemû bifikirin û yekitiyekê çê bikin. Fersendên wiha sed salan carekê dikeve destê mirov divê kurd vê firsendê ji destê xwe dernexin û yekitiyekî xurt ava bikin.”

‘Em cem Kişanak û Anli ne’

Serokê Giştî yê PAK’ê Mustafa Ozçelîk jî têkildarî binçavkirina Kişanak û Anli da ev tişt gotin: “Em wekî Partiya Azadiya Kurdistan binçavkirina Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin ên Amedê bi tundî şermezar dikin û her wiha ev siyaseta ku qeyûm tayînî şaredariyên kurd kirin şermezar dikin. Em wekî patî her tim li cem Kişanak û Anlî ne. Divê demildest Anli û Kişanak serbest bên berdan.”

‘Kurd ne piştgirên şer in’

Ozçelîk bi lêv kir ku divê dewleta Tirk baş bizanibe van rê û rêbazan tu pirsgirêk nayên şareserkirin û wiha axivî: “Dewleta Trik bila baş bizanibe ku van rê û rêbazan tu tişt nayên çareserkirin, dê şîdet û neşareserî kurtir bibe. Ji ber vê jî divê hemû partiyên Tirkiye û Kurdistanê ji bona ku ev şer ji holê bê rakirin hemleyekê bide destpêkirin. Bi rastî ev şerê salek e di nava bajaran de tê meşandin tesîrek neyênî li ser me hemûyan çêkir. Gel êdî naxwaze şer berdewam bike û em hemû dixwazin ku ev şer bi dawî bobe. Kurd ne piştgirên şer in dewlet ji maf stendina gelê kurd nikare çi tiştan çareser bike.”

(fd/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN