Li Miksê qedexeya fiîlî tê sepandin
WAN (DÎHA) – Li Miksê, cerdevan û leşker saet ji 19.00’an ve bi awayekî fiîlî “qedexeya derketina derve” disepînin.
Li navçeya Miksê ya Wanê, cerdevan û tîmên taybet êvarî saet ji 19.00’an ve bi awayekî fiîlî “qedexeya derketina derve” disepînin. Bi taybetî qedexeya kêfî li navenda sûkê û li herêmên nêzî saziyên dewletê tê sepandin û ji ber vê welatî ji saetên êvarî ve hepsî malên xwe dibin.
Esnafên navçeyê bi topavêtinê re rû bi rû ne
Esnafên taxê yên ji ber van sepandinên kêfî nikarin kar bikin, ji ber qedexya fiîlî zû derabeyên kargehên xwe datînin. Piştî qedex tê sepandin, li navçeyê ji bilî cerdevan û polîsan tu kes naxuyê. Welatiyên ku di dema qedexyê de derdikevin derve jî, rastî heqaretên polîs û cerdevanan tên.
Cerdevan li serê kuçeyan nobetê digirin
Piştî dema qedexeya kêfî dest pê dike, cerdevan heta danê sibehê li serê kuçeyan nobetê digirin û her wiha hat zanîn ku ev sepandina nobetê mehek berê ketiye dewrê.
(red)