Gelo çekan vediguhzînin Atmeyê?
HATAY (DÎHA) – Hat zanîn ku, di demên dawî de li Tesîsên Techîzên Zîraî ya Reyhanliyê liv û tevger heye û her wiha herî dawî 6 qamyon ketine tesîsan û derketine. Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, hat diyarkirin ku qamyon çûne Kampa Atmeyê.
Li Kampa Atmeyê ya ku li bajarê Îdlîbê yê Sûriyeyê li bajaroka Atmeyê hat avakirin û li gel El Nûsra, Ehrar El Şamê di bin venêrîna 16 rêxistinên selefî de ye liv û tevger didomin. Heman tevger li ser rêya Reyhanli-Kirikhanê jî didome û li gel vê li Tesîsên Techîzên Zîraî ya li ser heman rêyê ye û tahsîsî Teşkîlata Îstîxbarata Mîlî (MÎT) hatiye kirin jî di demên dawî de liv û tevger heye. Li gor agahiyên ji çavkaniyên ehrêmî hatin wergirtin, di rojên dawî de li tesîsên ku tahsîsî MÎT’ê hatine kirin, gelek TIR tên û diçin. Her wiha hat diyarkirin ku, di rojên berê de 6 qamyonên ser wan bi brandayan nixumandî ketine van tesîsan û derketine. Hat diyarkirin heman qamyon, ber bi gundê Bukulmezê yê Reyhanliyê ve çûne. Dîsa li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, qamyonên di gundê Bukulmezê re derbas bûne ketine Qereqola Bukulmezê.
Qey veguhastina çekan tê kirin?
Nehat zanîn ku di qamyonan de çi hene. Lê di 19’ê cotmehê de yekîneyên leşkerî û tank û bûldozerên aîdî Artêşa Tirk ketibûn gundê Eqrabatê yê girêdayî bajaroka Etraîba Îdlîbê û li vir êrîşî mewziyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) kiribûn. Li ser vê êrîşê, veguhastina van qamyonan bi xwe re şik û guman veguhastina çekan dide der. Li Efrînê, piştî hêzên QSD’ê pêngava rizgarkirina El Babê dan destpêkirin, Tirkiye dest bi êrîşan kiribû û ev êrîş piştî ji aliyê niştecihên herêmê ve hatibûn şermezarkirin rawestiya bûn.
ANHA 20 qamyon ragihandibû
Her wiha berê jî hatibû îdiakirin ku, di ser Qereqola Bukulmezê re ji bo Kampa Atmeyê û komên selefî sewqiyata çekan hatibû kirin. Her wiha dîsa hatibû derpêşkirin ku, Tirkiye bi tevgerîna xwe yî dagirkirina Sûriyeyê re, ji bo komên selefî yên li Îdlîbê alîkariya çekan didomîne. Li gor nûçeya roja berê ya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), Tirkiye çek sewqî Kampa Atmeyê kirine û hatibû destnîşankirin ku, 20 qamyonên ku barê wan çek û cebilxane ne ji Qereqola Bukulmezê, veguhastine çeteyan.
(red)