DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Parêzer Demîr: Girtî ji ber çalakiya gireva bîrçûnê tên cezakirin!

 
28 Cotmeh
09:06 2016

ŞIRNEX (DîHA) - Parêzera Baroya Şirnexê Buşra Demîr der barê çalakiya gireva birçîbûnê û rewşa girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Şirnexê de got, girtî ji ber çalakiya ku dane destpêkirin tên cezakirin û her wiha girtiyên siyasî anîne ziman ku, heta daxwazên wan bi cih neyên ew dê çalakiya xwe berdewam bikin.

Girtiyên siyasî yên Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê ji bo ku dawî li qedexeya derketina derve ya li Şirnexê bê di 10'ê cotmehê de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya dorveger û bê dem kiribûn. Parêzera girtiyan û endam Baroya Şirnexê Buşra Demîr ku di rojên borî de bi girtiyan re hevdîtin pêk aniye, der barê rewş û çalakiya girtiyan de got, rêveberiya girtîgehê ji ber çalakiya hatiye destpêkirin girtiyan ceza dike û vê yekê jî bi sirgûnkirinê pêk tîne.

'Rêya hevdîtina bi rêveberiya girtîgehê re hatiye qut kirin'

Buşra Demîr got ku, girtiyan bi armanca rakirina qedexeya derketina li Şirnex û sererastkirina şert û mercên li girtîgehê ketine girêva birçîbunê û wiha domand: "Di hevdîtinên ku me bi girtîyan re kirî de, girtiyan diyar kirin ku wan gelek caran hewil daye bi rêveberiya girtîgehê re biaxivin lê nekarîne xwe bigihînin rêveberiyê. Ji ber ku riya hevpdîtina bi rêveberiya girtîgehê re xitimiye û zilma li girtîgehê her ku diçe zêde dibe girtî ketine girêva birçîbûnê û girtî diyar dikin ku, heta daxwazên wan bi cih neyên ew ê çalakiya xwe berdewam bikin."

Sirgûnkirin her ku diçe zêdetir dibe

Demîr anî ziman ku, rêveberiya girtîgehê ji ber berxwedana li girtîgehê girtiyan ceza dike û axaftina xwe wiha berdewam kir: " Ji ber vê jî hejmara çalakvanan ji 300 kesî daketiye 250 kesî. Tenê di nava vê hefteyê de 22 girtî sirgûnê girtîgehên Herêma Derya Reş hatine kirin. Li gorî agahiyên hatine ber destê me, wê sirgûn berdewam bikin. Piştî girêva birçîbunê pêkanînên li girtîgehê xirabtir bûne. Em encax bi Gerînendeyê Saziya Pêşîlêgirtina Înfazan re dikarin bi muwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin. Hevdîtina vekirî ku mehê carek dihat kirin, derxistine du mehê carekê. Di 3 mehên destpêkê yên qedexeyê de, hevdîtina di navbera malbat û girtiyan de qedexe bû. Niha hevdîtin tê kirin, lê ji ber pêkanînên li girtîgehê bi saetan malbat li ber deriyê girtîgehê tên rawestandin."

Banga xwedîlêderketina çalakiyê!

Demîr herî dawî diyar kir ku, girtî li benda xwedîrketina gel in û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di destpêkê de Saziyên Parastina Mafên Mirovan û hemû raya giştî pêwîst e piştgiriyê bidin çalakiya birçîbûnê."

(kom/no/red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN