DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Başlangiç: Binçavkirina Anli û Kişanakê nîşandana rêya çiyê ye

 
28 Cotmeh
09:07 2016

STENBOL (DÎHA) – Rojnameger Celal Başlangiç der barê binçavkirina Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli û Gultan Kişanakê de wiha got: “Ev rewş rê li ber siyaseta kurd digire û rêya çiyê nîşanî kurdan dide.”

Rojnameger Celal Başlangiç, Serokê Giştî yê MAZLÛM-DER’ê Ahmet Farûk Unsal û Sekreterê Giştî yê Weqfa Aşitiyê Hakan Tahmaz li dijî binçavkirina Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli û Gultan Kişanakê bertek nîşan dan.

Başlangiç binçavkirina Anli û Kişanakê wek “derbeya li dijî îradeya gel” nirxand û wiha got: “Ev rewş rêya siyasetê li ber kurdan digire û rêya çiyê nîşanî kurdan dide.”

'Binçavkirin mehelîbûnî ewiqandin’

Serokê Giştî yê MAZLÛM-DER’ê Ahmet Farûk Unsal jî wiha got: “Li vir hem mudaxileyeke li dijî mafê hilbijartinê yê gelê Amedê heye û hem jî, gotinên ku di dema pêvajoya çareseriyê de wek sûc nedihatin telakkîkirin, di pêvajoya OHAL’ê de wek sûc tên nirxandin.” Unsal anî ziman ku, divê mesele ji dervayî OHAL’ê neyê nirxandin û got, binçavkirin mehelîbûn û demokrasiyê ewiqand. Unsal herî dawî wiha got: “Tirkiye di wê asta ku dikaribû îhtirazên xwe yî di Şertê Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê de ji holê rabike de bû. Bi vê liv û tevgerê 180 derece ber bi noqteyeke din ve teriqî. Ev tişta nayê qebûlkirin.”

'Tirkiye li ber çavê cîhanê rezîl û ruswa bû’

Sekreterê Giştî yê Weqfa Aşitiyê Hakan Tahmaz jî diyar kir ku, binçavkirin perçeyekî şer in û wiha got: “Ev meheke Tirkiye ji bo têkeve şerê li herêmê amadekariyên xwe dike. Di vê çarçoveyê de, dixwaze li welat civakeke bêdeng û tepisandî biafirîne.” Tahmaz anî ziman ku, Anli û Kişanak tenê ne hevşaredar in û wiha domand: “Kişanak, yek ji wan navên remaza têkoşîna demokratîk î siyasal a kurdan û li dijî zilma kurda ye. Anli jî, avakarê Weqfa Aşitiyê ye. Ev her du mirov, di warê têkoşîna mafên mirovan de jî ji wan navên remzî ne. Bi destdayîna wan Tirkiye li ber çavê cîhanê rezîl û ruswa bû.” Tahmaz herî dawî wiha got: “Kesên biryara binçavkirinê dan, bawerim bi vî awayî nizanin ku wan benzîn bi agir dakiriye.”

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN