DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Bereket heye, firotin tuneye

 
28 Cotmeh
09:08 2016

AYDIN (DÎHA) - Cotkarên zeytûnan ên debara xwe bi baxê zeytûnê dikin, diyar kirin ku îsal buhayê zeytûnan pir erzan e û nikarin zeytûnan bifiroşin.

Rençber û cotkarên Tirkiye ji ber polîtîkayên hikûmetê yên ithalatê nikarin malê xwe bifiroşin. Rençberên ku bi mehan kedek mezin didin, ji ber nikarin mahsûlê xwe bifiroşin zerar dikin. Çotkarên pembo, garis, zeytûn, fisteq, genim ku salekê carekê mahsûlê xwe ji zeviyê kom dikin, bi mehan di nava zeviyan de dixebitin û kedek mezin didin. Çotkarên ku ji ber buhayê gubre, garist û heqê karkeran lêçûnek zêde xerç dikin, di demsala komkurina berhemê xwe de ji ber nayê firotin zerar dikin. Cotkarên Zeytûnan jî îsal zerar dikin. Li Bajarê Aydinê ku herî zêde zeytûn çên çandin Rençberê Zeytûnan zerar dikin. Ji ber firotina Zeytûnan ji sedî 17 kêm bû buhayê zeytûnan jî kêm bû. Li bajarê Aydinêku nêzî 47 hezar ton zeytûn tên îxrackirin, îsal ji sedî 24 ketin. Îsal daket 11,3 hezar tonan. Di 2015'an de buhayê zeytûnan 7,5- 6 tl bû. îsal buhayê zeytûnan daket 4,5 tl yan.

'Em ne karê û ne jî zerarê dixwazin

Çotkarê zeytûnan Alî Oluoglu diyar kir ku ew îsal piştgiriya ji dewletê nagirin û wiha got: "Rençber û çotkarên Zeytûnan niharin heqê keda xwe bistînin. Zerar dikin. Îsal buha kêm e. Me dest ji karê berda. Lê em ji zerarê ditirsin. Em dixwazin dewlet dîsa heqê primê bidin me."

'Em zerar dikin'

Oluoglu, anî ziman ku îsal hem bereketa zeytûnan kêm e û hem jî buhayêzeytûnan kêm e û zerar dikin. Ologlu da zanîn ku îsal rençberên zeytûnan zerar dikin wiha berdewam kir: "Buhayê zeytê pir kêm e. Buhayê zeytûnan jî erzan e. Sala par buhayê rûnê zeytûnan di navbera 16 -17 tl de dihat guhertin. Lê îsal di navbera 11 -13 tl de bi erzanî tê firotin. Îsal ji ber îxraç nabe buhayê zeytûn û zeytê daket. Îsal rençber û cotkarê zeytûnan zerar dike.

'Dermanê herî baş e'

Oluoglu, bal kişand ser fêdeya zeytûnan jî û da zanîn ku zeytun ji gelek nexweşiyan re derman e û li dijî nexweşiyan dermanê herî baş e.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN