DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Qeyûm xebatkarên navenda jinê girtin beşa paqijiyê

 
28 Cotmeh
09:10 2016

ŞIRNEX (DÎHA) – Qaymeqamê Navçeyê yê ku wek qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê bû, bêyî hincet 7 xebatkarî ji kar avêt. Her wiha derûnas û civaknas jî di nav de 13 xebatkarên jin ên Navenda Jinê ya Sitiya Zînê jî, kir peywirdarên karên paqijiyê.

Qaymeqamê Cizîra Şirnexê Ahmet Adanûr ê ku wek qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê hat kirin, bi biryara ku da 7 karkerên şaredariyê ji kar avêt. Karker Mûhyetîn Dûymak, Nûrettîn Bayik, Ekrem Înedî, Hasan Bîlgîç, Nûrettîn Elkol, Sacîde Dal û Rahîme Akil bêyî hincet ji kar hatin avêtin.

Ne girtename heye ne jî hince!

Ji karkerên ji kar hatin avêtin Endamê Lijneya Şaxa Sendikaya Giştî-Kar DÎSK’ê ya Şirnexê Hasan Bîlgîç anî ziman ku, dema ew li departmana têkiliyên gel a şaredariyê dixebitî, piştî tayîna qeyûmî heta niha du caran yekeya peywira wî hatiye guhertin û herî dawî jî ji kar hatiye avêtin. Bîlgîç ragihand ku, duh gerînendeyê îdarî li wî geriyaye û gotiye ew ji kar hatiye derxistin. Bîlgîç got, dema ew ji kar hatine derxistin tu girtename jî nehtaiye girtin.

Bîlgîç diyar kir ku, dema wan ev rewş ji Gerînendeyê Navenda Mafên Mirovan a Şaredariyê pirsiye jî, tu daxuyanî û hincet ji bo wan nehatiye berpêşkirin û dest nîşan kir ku, gotiye bes talîmata derxistina ji kar a navên hatiye dayîn ji bo wan hatiye.

Hevseroka Şaxa Sendikaya Giştî-Kar DÎSK’ê ya Şirnexê Zeynep Îdîn dest nîşan kir ku, derxistin û avêtina kar derhuqûqiyeke mezin e û wiha got: “Wisa dixuyê ku dê ev derhuqûqî bidomin.” Îdîn anî ziman ku, dê parêzerên wan çend roj şûn de pêvajoya huqûqî bidin destpêkirin û wiha axivî: “Dozên ku dê bên vekirin, ji sedî 100 em ê qezenc bikin. Çimkî tu hinceteke derxistina ji kar tune ye. Qeyûm gotiye, ‘Em hincetan nîşan nadin. Huqûq em in. Ewqas.’ Belê, birêvebirina huqûqê bi vî awayî derdixin holê.”

Danderiya feraseta feodal

Her wiha Qeyûm Ahmet Adanûr qada peywirê ya gelek xebatkaran jî guherand. Ji qadên ku cihê xebatkarên wan hat guherandin yek jê j, xebatkarên Navenda Jinê ya Sitiya Zînê ye, ku ev navend di bin banê şaredariyê de xebatên xwe dimeşîne. Qeyûm, derûnas û civak nas jî di nav de cihê 13 xebatkarên navendê guherandin û wan kir peywirdarê paqijiyê.

Hevseroka Şaxa Sendikaya Giştî-Kar DÎSK’ê ya Şirnexê Zeynep Îdîn dest nîşan kir ku, vê peywirguhertina ku wek rêbazeke cezakirinê serî lê tê dayîn, di heman demê de feraseta Hikûmeta AKP’ê ya feodal jî nîşan dide.

(red)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN