DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Geveriyên di malên naylonkirî de dijîn banga piştgriyê kirin

 
28 Cotmeh
09:11 2016

COLEMÊRG (DÎHA) – Li Gevera ku heta niha 3 hezar mal bi awayek komunal ji nû ve hatin avakirin, welatiyên di baraqayên teneke û naylon de dijîn banga piştgiriyê kirin.

Li qada rêveberiya xwerêveberiyê ya Gevera Colemêrgê bi sarbûna hewayê xebatên avakirinê jî leztir bûn û pêdiviyên ji bo avakirinê jî zêdetir derketin holê. Li taxên Gungor, Cumhuriyet, Dizê, Kişla û Ormana ku herî zêde hilweşîn li wan pêk hat, di çarçoveya kampanyaya Komeleya Piştgirî û Alikariyê ya Rojava, Yekitiya Şaredariyên Anatoliyaya Rojhilata Başûr (GABB) û Şaredariya Geverê de heta niha 900 mal hatine avakirin. Di çarçoveya kampanyaya hîn berdewam dike de, pêdiviya derî û paceyên 150 malî jî hatin berpêşkirin.

2 hezar mal ji aliyê welatiyan ve hat çêkirin

Ji derveyî kampanyayê heta niha gelê Geverê bi awayekî hevpar li gel biryara hilweşînê ya komisyona girêdayî Wezareta Bajar û Hawirdorê jî, zêdeyî 2 hezar avahiyî ji nû ve ava kirin. Her wiha gelek kesên dildar jî, li ser hesabên çapemeniya civakî piştgirî didin welatiyên malên xwe dixwazin ava bikin. Hin kesên rewşa wan î aboriyê baş in jî, bi piştgiriya xwe ya avakirinê mînaka piştgiriyê nîşan didin.

Bi tenekeyên rûn kon çêkirin û li ber xwe didin

Gelek malbatên ku hêza wan î ji bo avakirina malan tune ye jî, di konên bi tenekeyên rûn hatine çêkirin de dimînin û gelek malbat jî pace û banên xwe bi naylonanan pêçandine û bi vî awayî di malên xwe de li ber xwe didin. Hin malbatan jî, bi deriyên reng bi reng ên ji cîranên xwe wergirtine malên xwe vesaz kirine.

Jina 59 salî bi keça xwe re malê boyax dike

Malbata Akin, a li Taxa Gungorê dijî jî, yek ji van malbata ye. Malbata ku paceyên xwe bi texteyên zêde nehatine sotin girtine, ev 20 roj e bênavber dixebitin. Jina bi navê Înni Akin a bi keça xwe re nav mala xwe boyax dike dest nîşan kir ku, ew di maleke kirê de diman û ji bo ku careke din li ser axa xwe bijîn hatine cihên xwe. Akin dest nîşan kir ku, bi hatine zivistanê re ew zêdetir zehmetiyê dikişînin û ev bangawazî kir: “Zivistana vir gelek dijwar e. Divê her kes alîkariya me bike.”

‘Ji aliyê karkerên li ser pirîketan nimêj dikin ev mal hat çêkirin’

Malbata Bartin a li heman taxê dimîne jî, hema hema mala xwe ya tenê kolanên wan mabûn qedandin. Fazil Bartin ê nexweş got ku, wî bi piştgiriya kesekî xêrxwaz dest bi karê avakirina mala xwe kiriye. Bartin da zanîn ku, di çêkirina malê de gelek welatî piştgirî dane wî û wiha axivî: “Ev mal ji aliyê karkerên niha li ber mala min, li ser pirîketan nimêj dikin ve hat çêkirin. Heke ev gel nebûya min nedikarî mala xwe çêkira. Gelek malbatên hejar hene. Bi hatina zivistanê dê ev malbat li derve bimînin.”

Bi milekî xwe yê platînkirî malê çêdike

Welatiyê bi navê Teter Milas ê li Taxa Cumhuriyetê dijî jî, ragihand ku ew ji bo ku mala xwe neterikîne 3 meha di kon de jiyaye. Milasê milê wî yê rastê platînkirî ye jî wiha axivî: “Gelek malbatan piştgirî da me. Heke ew nebûna me nedikarî mala xwe jî ava bikirana. Bîberê me ji goştê xelkê çêtir e. Divê em jî li gorî vê tevbigerin û Geverê rakin ser piyan.”

(gka-svd/red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN