Dewlet bi peredayînê dixwaze ser komkujiya Dîlokê bigire
DÎLOK (DÎHA) – Ji bo dîtina kiryarên teqîna li Dîlokê heta niha tu tişt nehatiye kirin û li gel vê hat ragihandin ku, dewlet çûye cem malbatên ku xizmên xwe di teqînê de winda kirine û teklîfa pereyan li wan kiriye. Malbatan dest nîşan kir ku, dewlet dixwaze wek komkujiya Roboskiyê pereyan bide wan û bi vî awayî ser komkujiyê bigire.
Li Dîlokê, di ser teqîna 20’ê tebaxê ya li Taxa Beybahçeyê li dijî daweteke kurdan pêk hat 2 meh derbas bûn. Di lêpirsîna têkildarî teqînêd e hîn jî biryara nepeniya dosyeyê didome. Li gel vê malbatên ku xizmên xwe di teqînê de winda kirin gotin, dewlet di bin navnasiya “Malbatên Şehîdan” de pere teklîfî wan kirine. Malbatan ragihand ku, dewlet dixwaze bi vî awayî ser komkujiyê bigire.
Dewlet baş dizane kî/ê kiriye!
Kasim Yavûz ê ku di teqînê de kurekî wî jiyana xwe ji dest da û keçek wî jî birîndar bû dest nîşan kir ku, êrîşa bombeyî bandorê li wan hemûya kiriye. Yavûz anî ziman ku, têkildarî teqînê de hîn tiştekî zelal derneketiye holê û diyar kir ku, her kes dibêje DAIŞ kiriye. Yavûz dest nîşan kir ku, dewlet der barê kiryarê bûyerê de tu tişt nekiriye û derpêş kir ku, a rast dewlet baş dizane ku kî/ê ev bûyer pêk aniye.
‘Ji bo ser komkujiyê bigirin teklîfa pereyan dikin’
Yavûz diyar kir ku, dewlet ji dêvla kiryarên bûyerê bibîne wek pêvajiya komkujiya Roboskiyê, di bin nasnavê ‘Malbatên Şehîdan’ teklîfa pereyî li wan kiriye û wiha got: “Dibêjin em ê nasnava Malbatên Şehîdan bidin we. Bi vê dixwazin pereyan bidin me. Dibêjin qey em ê bi vî awayî ser bûyerê bigirin. Em vê rewşê qebûl nakin.”
Kujer kî ye?
Yavûz anî ziman ku, di ser bûyerê re 2 meh derbas bûne û ji wê rojê heta niha ji rayedarên şaredariya AKP’î bigire heta parlementerên wê gelek rayedarên dewletê serdana wan kirine û wiha axivî: “Gelek tişt teklîf kirin. Lê em kiryarên bûyerê dipirsin, tiştekî nabêjin. Tu bendewariya me ji kesî tune ye. Em dixwazin kiryarên vê bûyerê derkevin holê. Tiştên bi serê me kurdan tên kirin, çi be aqûbeta her tiştî seyreke wisa dişopîne. Em dixwazin êdî ev biguhere.”
Husna Çelîkten a ku di teqînê de kurekî wê jiyana xwe ji dest da jî got, wê nizanibûye kurê wê li cihê teqînê bûye. Çelîkten diyar kir ku, kurê wê pir nediçû dawetan û ragihand ku, dema ew çûye cihê bûyerê hîn bûye ku kurê wê liw ir bûye û jiyana xwe ji dest daye.
‘Em ji tu kesî daxwaza tiştekî nakin’
Çelîkten anî ziman ku, yên ev êş bi wan dane kişandin diyar in û wha domand: “Niha jî rabûne dê pereyan bidin me û ser vê bûyerê bigirin. Em ne li vê, em li kujer digerin. Em ê çi bikin ji pereyan. Em ji tu kesî daxwaza tiştekî nakin. Ev 20 sal e em li vir in û hîn jî di kirê de ne. Em ne malbateke wisa ku, rewşa wan pir baş be jî ne. Em ji wan mirovên ku bi keda xwe debar xwe dikin in. Ji wê rojê heta niha, me ji tu kesî tiştek nexwestiye. Em hemû ji bo debara malê dixebitîn.”
‘Polîs bi he tiştên taxê dizane’
Çelîkten dest nîşan kir ku, kurê wê hem dixwend û hem jî ji bo debara malê dixebitî û derpêş kir ku, kiryarên teqînê DAIŞ’î ne. Çelîkten a kup irsî “Hee DAIŞ be çima tam nabêjin?” axaftian xwe wiha domand: “Hûn ji şeveqê hetanî êvarî dikarin li vê taxê polîsan bibînin. Ew gav bi gav dizanin kî li kuderê çi dike û nake, dişpînin. Dema zarokên kurd alakiyeke zagoniyî dikin demildest wan digirin. Çima li DAIŞ’ê vê nakin? Li gel ku dizanin jî çima bêdeng dimînin? Niha jî rabûne, dixwazin malbatên ku xizmên xwe diteqînê de winadakirine bêdeng bikin. Em ê vê qebûl nekin û em ê her tim li dijî vê rawestin.”
(red)