'Banga çekdarîbûnê li dijî hemû ên din gefxwarine!’
ÎZMÎR (DÎHA) – Rêxistinên elewî yên Îzmîrê diyar kir ku, bi banga çekdarîbûnê ya AKP’ê re gefxwarina li ser hemû ên din zêde bûye û dest nîşan kirin ku, divê hemû muxalefeta civakî bi hev re li dijî vê têbikoşe.
Piştî hewldana derebya 15’ê Tîrmehê hin kesên AKP’î ji bo alîgirên xwe banga çekdarîûnê dikin û ev li seranserê welat her diçe zêde dibe. Li dijî vê rêxistinên elewî yên Îzmîrê bertekên xwe nîşan dan û dest nîşan kirin ku, divê hemû muxalefeta civakî li dijî vê bi hev re têbikoşe.
'Hemû ên din bi gefxwarinê re rû bi rû ne’
Serokê Komeleya Elewiyên Demokratîk a Îzmîrê (Î-DAD) Huseyîn Ozan anî ziman ku, heke pevçûn xwe bidin der dê hedefa ewil elewiyên ku wek “gepa hêsan” tên dîtin bin.
Ozan dest nîşan kir ku, li dijî van bangan pêkanîna divêtiyên huqûqî hene û wiha axivî: “Em wek elewiyan dipirsin. Kî li dijî kî/ê bi çek dibe? Ev bangên çekdarîbûnê, vexwendnamyea komkujiyekê ye. Dozger li kuderê ne? Çima mudaxile nakin? Pirsgirêkeke ewleyiyê ya çawa heye ku bangên çekdarîbûnê tên kirin? Ev li dijî hemû ên din banga gefxwarinê ye. Di serî de elewî, hemû ên din bi gefxwarineke cidî re rû bi rû ne. Divê der barê kesên van bangan dikin, tiştên divê bên kirin.”
'Divê elewî xweparastina xwe bikin’
Serokê Şaxa Federasyona Elewiyên Bektaşî (ABF) a Îzmîrê Mûstafa Aslan got, divê li welat hemû muxalefeta civakî li dijî banga çekdarîbûnê ya ku AKP ji bo tabana xwe dike bi hev re tevbigerin. Aslan dest nîşan kir ku, divê elewî teqez xweparastina xwe bikin û anî ziman ku, divê di vî warî de her ferdê elewî û saziyên elewî tevdîrên xwe bigirin.
Aslan got, Tirkiyey her roj ber bi rêveberiyeke dîkta yî faşîzan ve diçe û li dijî vê divêtiyên ku bên kirin wiha puxte kir: “Elewî, kurd û hemû ên din ji bilî têkoşîneke hevpar tu çareyek wan tune ye. Ji xwe elewî ji ber baweriya xwe ne alîgirê xwînê, cinayet û zilmê ne. Divê bi derdorên civakî yên din re werin gel hev. Ji bilî eniyeke hevpar wekî din çareyek tune ye. Êdî dema hûn serê sibê jimalê derketin, meriv nizane hûn êvarî vegerin mala xwe yan na. Li dijî rêveberiyeke wiha, ji bilî têkoşîneke bi hev re wekî din tu çare tune ye.”
(red)