Ji bo bêmalan maxaza cilan ava kir
STENBOL (DÎHA) - Komek dildar, ji bo kesên bê mal û kesên hewcehiya wan pê heye "Maxaza Cilan kesên bêmal" ava kirin. Dildarê maxayê Berkan Çelik, diyar kir ku ne tenê kesên bêmal ji bo kesên pêdiviya wan jî hatiye avakirin.
Komek dildarên "Înîsiyatifa Bila Xêya min jî di vî nanî de hebe" enamên Şevkat Der'ê ji bo kesên pêdiviya wan bi cilan heye û kesên bê mal "Maxaza Cilan a kesên bêmal" ava kir. Maxaza di 8'ê Cotmehê de hat avakirin deriyê xwe ji kesên bêmal re vekir. Di maxazayê de ji bo jinan, zarokan, mêran cuda cuda ref hatin vekirin û cil û pêlav hatine rêzkirin. Dildar vê maxazayê wekî pira di navbera kesên xwedî xêr û kesên pêdiviya wan bi cilan de heye bikar tînin. Bang li kesên ku dixwazin xerê bikin dikin ku cil û bergên wan ên zêde ango nû dînin maxazayê û bibin bersîva kesên xizan û bê mal.
Dildarê maxazayê Berkan Çelik, diyar kir ku wan di piştgiriya Şefkat-Derê de maxaza vekirin û dixwazin bibin tevgera qenciyê. Çelîk, da zanîn ku kesên bêmal di nava civakê baş nayên dîtin û wiha got: "Dema bêmal tê gotin wekî kesên li kolanan tê aqilan. Me xwest vê hişmend û ferasetê biguherin. Ev ne tenê ji bo kesên bêmal, ji bo kesên pêdiviya wan pê heye jî hatiye avakirin. Kesên ku dixwazin xêrê bikin û dixwazin xwêya wan jî di nava vê xwarinê de hebe, dikarin li gorî derfetên xwe cil agno pêlav bistînin û dînin maxazayê. Her wiha dikarin yên li malê zêde jî bînin vir. Li Stenbolê nêzî 10 hezar û li Tirkiye nêzî 70 hezar kesên bêmal hene. Ger ku alîkarî neyê kirin gelek ji wan li derve û li parka radizên. Divê em li wan jî bifikirin. Em li vir her roj di navbera saet 15.00 û 17.00'an de ji bo kesên bêmal cilan belav dikin. Kesên dildar û xêrxwaz dikarin her roj saet di navera "saet 13.00 û 17.00'an de cilan bînin mexazayê.
Çelik, da zanîn ku kesên dixwazin alîkariyê bidin dikarin bi rêya "giysi@corbadatuzunolsun.org û telefona hêjmar 0555 454 80 43'an ango bi riya watsapp'ê xwe bigînin wan.
Çelîk, bilêv kir ku navnîşana wan a Maxazaye li kolana Suslu Saksı ya Taxa Şehit Muhtarê ya Beyloglu ye.
(mae)