DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Ciwanên Enqereyê: Dixwazin di qada siyasî de kurdan bi tenê bihêlin

 
28 Cotmeh
09:31 2016

ENQERE (DÎHA) - Ciwanên Enqereyê bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Bajarên Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli dan û diyar kirin ku bihêzbûna kurdan Tirkiyeyê bêzar dike.

Ciwanên Enqereyê bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Bajarên Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli dan diyar kirin ku binçavkirina hevşaredarên ku bi vîna gel hatine hilbijartin li dijî hiqûqê ne û îktîdar êrîşî vîna gel dike.

Ciwanê bi navê Utkucan Şîmşek, da zanîn ku li Tirkiyeyê ji dema borî heta niha rêveberiyek faşîst heye û wiha got: "Di 7'ê Hezîranê de hemû aliyên mûxalif ji bo aştiyê li hev kom bûn û têkoşiyan, dewletê tehemûlî vê nekir û êrîş kirin. Ev 14 salin îktîdara AKP'ê welat bi awayekî faşîstane rêve dibe. Di vê pêvajoyê de destpêkê êrîşî gelê kurd û hemû aliyên din ên mûxalîf kirin. AKP'ê maseya aştiyê xakir û niha jî bi girtina Kişanak û Anli dixwazin bidin diyarkirin ku ne wan aliyê din mase hilweşandiye. Bihêzbûna kurdan Tirkiyeyê bêhizur dike."

Ciwanê bi navê Aytekîn Turkoglu anî ziman ku dewlet bi OHAL'ê re êrîşî hemû aliYên mûxalef dike û polîtîkayên qirkirina siyasî dide meşandin. Turkoglu, destnîşan kir ku dewlet bi operasyonan dixwaze gelê kurd bixe bin kontrola xwe, wan ji rêxistinê dûr bike û di qada siyasî de bi tenê bihêle.

Turkoglu, da zanîn ku tayînkirina qeyûman ên li şaredariyên ku gel bi vîna xwe hilbijartine, binçavkirina hevşaredarên Amedê, bi çekan xabatkarên şaredariyê ji kar derxistin li dijî hiqûqê ne û wiha domand: "Divê em li hemberî van zextan bêdeng nemînin û dengê xwe bilind bikin."

Ciwana bi navê Dîlek Yîgît, da xuyakirin ku piştî darbeyê di bin navê demokrasiyê de pêkanînên dijdemokrasiyê li herêmên Kurdisatanê hatine destpêkirin û wiha got: "Tayînkirina qeyûman li şaredariyên ku bi vîna gel hatine hilbijartin, binçavkirina xebatkar û hevşaredaran nayê qebûlkirin. Divê di demek kurt de Kişanak û Anli bên berdan. Tu pêkanînên dewletê têkiliya xwe bi hiqûqê re tune ne. Tê gel riya têkoşînê nîşan bide. Gelê li Kurdistanê ligel hemû êrîşên polîsan li ber xwe didin."

Ciwana bi navê Turkan Parlak jî wiha axivî: "Divê hemû gelên li Tirkiyeyê li dijî êrîş û zextên ku dewlet li ser kurdan dide meşandin bênden nemînin. Ger gelê li rojavayê Tirkiyeyê li hemberî van pêkanînan bêdeng bimîne dê qetlîamên ku li Kurdistanê hatin kirin li wir jî bên kirin. Divê êdî gel çavên xwe vekin û li hemberî êrîşan bibin yek. Binçavkirina Kişanak û Anli heqareta li dijî vîna gele. Ger ku hûn dibêjim em yekin, ger ku hûn dibêjin welat hemû yê me ye divê êdî li hemberî tiştên tên jiyîn bêdeng nemînin."

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN