Qûtkirina xetên înternetê ket roja 3'yemîn
28 Cotmeh
10:49
2016
AMED (DÎHA) - Piştî binçavkirina Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, li tevahiya bajarên Bakurê Kurdistanê di roja 3'emîn de dîsa xetên înternetê hatin qûtkirin.
Di çarçoveya planên têkbirinê yên hikûmeta AKP'ê de roja 25'ê cotmehê Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin. Piştî binçavkirina Kişanak û Anli li tevahiya bajarên Bakurê Kurdistanê xetên înternetê hatin qûtkirin. Herî dawî duh saet derdora 16.00'an înternet hatibû berdan. Îro di saetên serê sibê de dîsa xetên înternetê hatin qûtkirin û qûtkirina înternetê ket roja 3'yemîn. Di nav xetên hatin qûtkirin de Turkcell, Vodafone, Turk Telekom û xetên sabît hene.
(bg)