Milyonek û 200 hezar ton talûke diçe ku?
CİHAN BAŞAKÇIOĞLU
ÎZMÎR (DÎHA) - Li Tirkiye sal bi sal bermahiyên sanayê zêde dibin û bêtir derdorê qirêj dike. Li Îzmirê salê 300 hezar ton bermahî tên avêtin. Li tevahiya Tirkiye jî li gorî daneyê TUÎK'ê bi gişti salê milyonek û 250 hezar ton tên avêtin. Herî zêde şîrketên wkî PETKİM, ÎZAYDAŞ û TUPRAŞ'e salê 60 hezar ton bermahi davêjin. Ev pirsa gelo ev bermahî diçe kû û talûkeyek çawa ava dike tîne aqilan.
Li Tirkiye tenê hilberîna fabîqeyan te dîtin. Lê bermahiyen wan û zerara ku dide xwezayê nayê ditin. Bermahiyên fabrîqeyan zeviyan jahrînî dike u bandorek neyîni li ser çandiniyê dike. Yek ji bajare herî zêde bermahiyên fabrîqeyan tê avetin û zerare dide derdorê Îzmîr e. Fabrîqeyên Petrokimya, petrol, hesi-pola, gemî, çimento, sanaya axê, seramik, otomotif, boya, madenî bi qasî li vir hilberîneriye dikin ew qas ji bermahiyên wan hene û zerarê didin derdorê. Bermahî sal bi sal zêde dibe u weki talûke pêşeroja mirovan tehdît dike. Talûkeyên şîrketên wekî ÎZAYDAŞ, PETKİM û TUPRAŞ'ê qadêr derdorên xwe pûç dike û xwezaye talan dike. Zerara sanayê herî zêde li Îzmirê xwe dide der. Hilberîn û male ku derdikeve holê tê îhrackirin û firotin, tê dîtin. Lê bermahiyên ku zerare dide pêşerojê û hawîrdor qirej dike nayê dîtin û roj bi roj zerara wê mezin dibe. Li Îzmire ji bilî fabriqeya hesin û çelîk salê 300 hezar ton bermahî tê avêtin. Şîrketa ÎZAYDAŞ salê 30 hezar ton hilberin dike. Li aliyê din PETKİM salê 17 hezar û 500 ton bermahî li derdorê belav dike. TUPRAŞ jî salê 7 hezar û 500 ton bermahî belav dike. Li gorî daneyên TUÎK'ê li Tirkiye salê milyonek û 250 hezar ton bermahî tê avetin. Li gorî hin daneyên NY'e ji 2 milyon û 600 hezar ton bermahî tê avêtin. Bermahiya ku li holê dimîne pirsa ev bermahi diçe ku tine hiş û aqilan.
Ekolojîst û Endesyarê Kimya Ertugrul Barka, diyar kir ku ev bermahiyên fabrîqeyan nexweşiya kanserê belav dike û wiha got: "Hem gefan li xwezayê dixwe û hem jî gefan li tenduristiya mirovan dixwe. Daneyên TUİK'ê rastiye nişan nade. Ji 10 ton ax bi qasî gustîleki zêr derdixin. Yanî ji 10 ton ax 10 gram zêr tê hilberandin. Yên mayî jî wekî bermayi tê vetin. Lê TUÎK vê yekê wekî bermahi nabine. Her kes dizane ku şîrketên TUPRAŞ û PETKİM li her derê şîrket ava kiriye. Li Kocaelî şîrketa ÎZAYDAŞ'ê ku bermahiyen talûke sade dike heye. Lê ev talûke dê çawa derbas bibe. Divê bê niqaş kirin. 2 milyon ton bermahî diçe ku?"
Barka, Bermahiyên ku Enerjiya Nukleerê dihewine, di navde maddeyên radyoaktif hene. Dewlet vê yekê zane. Lê tedbîra wê nagire. 7 salin rapor tên amadekiri. Le ev rapor li ber çavan naye girtin.
Mirov li hemberî van pêkaninan êdî hestiyar tev nagere. Ji ber ku naye ditin. Divê êdî ev bermahî jî beditin û bê zanîn ku ev ji bo pêşerojê talûkeya herî mezin e.
(mae)