Ji girtiyan ji bo Şirnexê piştevanî
 
								
							28 Cotmeh
									
										12:59
										2016
									
								DUZCE (DÎHA) - Girtiyên li Girtîgehat Tîpa T a Duzceyê ji bo piştevaniya Şirnexê pereyên ku kom kirin şandin. 
Girtiyên li  Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê  piştgirî dan "Kampanyaya piştevaniya bi gelê Şirnexê re". Girtiyan 500 TL ê ku di navbera xwe de kom kirin şandin hesabê Komeleya Alîkariya Rojava. Girtiyan bang li hemû kesan kirin xwestin ku piştgiriyê bidin gelê Şirnexê. 
(sa)

 
			 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							