Nameya Altinors hat tunekirin
 
								
							28 Cotmeh
									
										13:30
										2016
									
								ENQERE (DÎHA) - Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Alp Altinors ji girtîgehê nameyek navîsand, hat îdiakirin ku nameya Altinors a Erdogan rexne kiriye hate desteserkirin û tunekerin. 
Buroya Çapmeniyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) diyar kir ku  der barê  nameya ku Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Alp Altinorj ji girtîgehê şandiye de biryara "desteserkirin û tunekirinê" hatiye dayîn. Di daxuyaniyê de hat got ku di çarçoveya biryarê de  nameya Altinors a bi sernavê "Normal a nû: OHAL" hatiye desteserkirin û tunekirin. 
Hinceta desteserkirin û tunekirina nameyê jî wekî heqeretkirina Serokomar Tayyîp Erdogan hat nîşandan.
(sa)

 
			 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							