Demîrtaş bi gel re nimêja înê kir
28 Cotmeh
									
										14:20
										2016
									
								
AMED (DÎHA) - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş piştî çalakiya li Amedê bi gel re nimêja înê kir. 
Piştî daxuyaniya ji bo şermerkirinê ya binçavkirina Hevşeradarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli ya li ber avahiya DBP'ê ya Rezan a Amedê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li gel re nimêja înê kir. 
Piştî nimêje bi sedan kesan li ben mizgeftê Demîrtaş pêşwazî kirin. Gel dirûşmên "Em ê bi berxwedanî bi ser kevin" "Bijî Serok Apo" berz kir. Demîrtaş li vir silav da gel û ji mizgeftê veqetiya. 
(sa)

 
			 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							