Belavkarên Azadiya Welat hatin binçavkirin
 
								
							28 Cotmeh
									
										15:23
										2016
									
								MÊRDÎN (DÎHA) - Belavkarên Azadiya Welat û Ozgurlukçu Demokrasiyê Ayşe Dogru, Erdem Kaymaz, Abdurrahman Kaymaz hatin binçavkirin
Belavkarên rojnameyên Azadiya Welat û Ozgurlukçu Demokrasî yên navçeya Qosera Mêrdînê Ayşe Dogru, Erdem Kaymaz, Abdurrahman Kaymaz duh êvarî dema diçûn malê ji aliyê polîsan ve htain binçavkirin.
Hat zanîn ku belavkarên ji aliyê polîsên TEM'ê ve hatin binçavkirin birine Midûryeta Polîsan a navçeyê. Li aliyê din belavkara rojnameya Azadiya Welat Leyla Yildiz a Amedê di saetên serê sibê de dema rojname belav dikir hat binçavkirin û piştî saetekê hat girtin serbest hat berdan.
(mb)

 
			 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							