Polîsan hemû riyên derdora Adliyeya Cizîrê girtin
 
								
							28 Cotmeh
									
										15:25
										2016
									
								ŞIRNEX (DÎHA) - Li Cizîrê hemû riyên diçin adliyeya ji aliyê hêzên dewletê ve bi bariyerên beton û wesayitên zirxê hatin girtin.
Li navçeya Cizîra Şirnex hêzên dewletê hemû rêyên diçin adliyeya bi bariyerên betonê û wesayîtên zirxê girtin. Di heman demê de derodora adliyê û lojmanên polîsan bi bariyerên betonê dorpêç kirin. Her wiha welatî û ajokarên ku derbasî adliyeyê û Baroya Şirnexê dibin di lêgerîna tîmen taybet re derbas dibin.
(kom/no)

 
			 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							