Qeyûm saziya jinan girt
28 Cotmeh
15:26
2016
ŞIRNEX (DÎHA) - Li Cizîrê qeyûmê hatî tayînkirin Navenda Şevîrmendiya Jinê ya Sîtiya Zin girt û Gerînendeya Polîtîkayên Jinê Şukran Yalçin ji kar derxist.
Qeyûmê ku tayînî şaredariya navçeya Cizîra Şirnexê hat kirin îro Navenda Şêvîrmendiya Jinê ya Sîtiya Zin girt û Gerînendeya Polîtîkayên Jinê Şukran Yalçin ji kar derxist. Qeyûmê duh jî hemû xebatkarên jin ji peywirê girtibûn û dan beşa karê paqijiyê.
(kom/no)