'Jibilî berxwedanê alternatîfa kurdan nîne'
AGIRÎ (DÎHA) - Parlamenterê HDP'ê BErdan Ozturk diyar kir ku li dijî êrîşên AKP'ê jibilî berxwedanê alternatîfa kurdan nîne.
Parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê Berdan Ozturk di kongreya DBP'ê ya Giyadinê de axivî û got ku kurd di pêvajoyekî girîng de derbas dibin, geşadanên ku li Rojhilata Navîn diqewimin dê jinûve teşegirtina cografyaya ku kurd lê dijîn jî bi xwe re bine.
Ozturk destnîşan kir ku mafên bingehîn ên kurdan bi Peymana Lozanê re hatiye înkarkirin û di vî pêvajoyê de gelê kurd gelek caran ji qatlîaman hatiye derbaskirin. Ozturk wiha got: "Hikûmeta AKP'ê kurdan ji bo ku ji holê rake êrîş zêde kiriye li ser vê jî feraseta yekperest girantir deke, seltenata xwe dixwaze ava bike." Ozturk diyar kir ku jibilî berxwedanê tu alternatîfa kurdan tuneye û wiha axivî: "Qeyûm tayînî şaredariyên me kirin, hevşaredarên me bnçavkirin. Hem em. hem jî ên ku demokrasiyê dixwazin li dijî vî nehiqûqiyê heta dawî li ber xwe bidin."
Di hilbijartinê de Bakî Yaşar bû Serokê DBP'ê yê Giyadînê.
(sa)