DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Waliyê Amedê destûr nade wesayitên şaredariyê kar bikin

 
28 Cotmeh
16:17 2016

AMED (DİHA) - Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli piştî hatin binçavkirin, Waliyê Amedê xebatên maşîne kar asteng kir.

Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli piştî hatin binçavkirin, polisan şaredarî dorpêç kiriye. Li aliyedin jî walîtiya Amede destur nade ku maşineyên kar ên şaredariyê xebatê bikin. Xebatkarên şaredariyê jî bi armanca binçavkirinan şermezar bikin dest ji kar berdan. Waliyê Amedê destûr nade maşineyên şaredariye kar bike û gel mexdûr dike. Ji ber maşîneyên kar nikarin xebatê bikin çopa nava bajar naye paqijkirin.

Hevserokê Sendîkayê Genel Îş'ê Salîh Dogrul jî diyar kir ku polîsan derdorê şantiyeyan girtiye û nahîlin kes derkeve û bikeve hûndir û wiha got: "Polîsan nahîlin tu kes bikeve hundirê şantiyeyan. Tu hincet jî nişanê nade. Maşineyen kar destesser kirin û destûr nade maşineyên kar bixebite.

(rd-mo/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN