DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li Mûşê 'qedexeya girtina darebeyan'

28 Cotmeh
16:33 2016

MÛŞ (DÎHA) - Piştî walîtiya Dersimê waliyê Mûşê jî girtina darebeyan qedexe kir.

Piştî walîtiya Dersimê waliyê Mûşê jî çalakiya mafdar a girtina darebeyan qedexe kir. Lige ku li bajar tu çalakî nehatine li darxistin jî walî bêyî ku hincetekê nîşan bide qedexe îlan kir û di daxuyaniya têkildarî qedexeyê de ev tişt gotin: "Girtina cihên kar ên bi giştî ji ber ku jiyan rojane bandor dike, hizur ji holê radike û gel nikarin pêdiviyên xwe yên rojane û yên tendirûstiyê pêkbînin, li gorî qanûna qebahatan a maddeya 32'emîn bi awayekî giştî girtina darebeyên kar ên di nava sînorên bajarê me de hatiye qedexe kirin."

Ji ber 13'ê gerîlayên HPG û YJA Star di bombebarana 16'ê îlonê ya li bejahiya Pîlemûra Dersimê de jiyana xwe ji dest dan esnafên Dersimê di 21'ê Cotmehê de darebeyên xwe girtibûn. Piştî bûyerê walîtiya Dersimê biryara qedexeya girtina darebeyan dabû.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN