Girtin têrê nekir niha jî dîwar lê kir
28 Cotmeh
16:50
2016
ŞIRNEX (DÎHA) - Qeymeqamê bi navê Ahmet Adanur ê wekî qeyûm tayînî şaredariya Cizîrê hat kirin ku kîlît li deriyê Navenda Şêvîrmendiya Jinê ya Sîtiya Zin xist ev têrê nekir niha jî li pêş derî dîwar lê kir.
Qeymeqamê bi navê Ahmet Adanur ê wekî qeyûm tayînî şaredariya Cizîra Şirnexê hat kirin, xebatên wî yên girtina saziyên jinan didome. Qeyûm ku destpêkê xebatkarên jin ji kar girtin û dan beşa paqijiyê, kilît li deriyê Navenda Şêvîrmendiya Jinê ya Sîtiya Zin xist û piştre jî li pêş derî dîwar lê kir.
(mb)
28.10.2016 - 16:48:04