Nûçegihana Ozgur Gelecekê hat binçavkirin
 
								
							28 Cotmeh
									
										16:56
										2016
									
								STENBOL (DÎHA) - Nûçegihana Kovara Ozgur Gelecekê yê Dersimê Sînem Ozkan û aktîvîsta YDK'ê Elîf Kaya li Stenbolê hatin binçavkirin.
Nûçegihana Kovara Ozgur Gelecekê yê Dersimê Sînem Ozkan û aktîvîsta Yenî Demokrat Kadin (YDK) Elîf Kaya li Stenbolê hatin binçavkirin. Ozkan û Kaya ku birin Midûryeta Polîsan a Stenbolê derbarê binçavkirina wan de tu agahî ji parêzeran re ne hat dayîn.
Hat diyarkirin ku dê Ozkan û Kaya 5 rojan nikaribin bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin.
(mb)

 
			 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							