Girtî hatin derbkirin
ISPARTA (DÎHA) - Li Girtîgeha Tîpa E ya Ispartayê girtiyan ji ber ku girtiyê bi navê Yusuf Bulut piştî ameliyat bû rojekî anîn girtîgehê nerazîbûn nîşandan, girtiyên ku nerazîbûn nîşan dan ahtin derbkirin.
Li Girtîgeha Tîpa E ya Ispartayê girtiyê bi navê Yusuf Bulut ê 65 salî hefteya borî ji ber ku êşên wî zêde bû rakirin nexweşxaneyê. Bulut ê ku hate fêmkirin pençêşêr e di 24'ê cotmehê de hat ameliyatkirin lê piştî rojekî ameliyatê anîn girtîgehê. Girtiyan ji ber ku Bulut hê baş nebûbû anîn girtîgehê nerazîbûn nîşan dan. Li ser vê yekê gardiyanan êrîşî girtiyan kirin. Hate hînbûn ku rewşa Bulut girnatir bûye û rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Ispartayê.
(sa)