DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Parlamenterên HDP'ê esnafan ziyaret kirin

 
28 Cotmeh
19:38 2016

AMED (DÎHA) - Parlamenterên HDP'ê, li navçeya Yenîşehîra Amedê esnaf ziyaret kirin û xwestin ku tevlî çalakiya wan a ku dê sibê seat di 11.00'an de pêk bînin bibin.


Bertek û nerazîbûnên li dijî binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli her ku diçe mezin dibin. Dê sibê bi pêşengiya HDP, DBP, KCD û KJA'yê li ber avahiya DBP'ê ya Yenîşehîra Amedê seat di 11.00'an de çalakî bê li darxistin. Parlamenterên HDP'ê Îdrîs Balûkên, Sîbel Yigîtalp û Leyla Bîrlîk, reveberên DBP û HDP'a nevçeya Yenîşehîr û nûnerên KCD'ê li qada Gevran û Ekînciyan esnafan ziyaret kirin.

Parlamenter li esnafan geriyan û pirsgirêkên wan guhdar kirin. Esnafan ji bo binçavkirinan Gulten Kışanak û Firat Anli xemgîniya xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew ê li dijî vê bêdeng nemînin û heta hevşaredarên wan bên berdan têkoşîna xwe bidomînin. Di ziyaretê de gelê Amedê eleqeyek mezin nîşanî parlamenteran dan û bi dilgermî pêşwazî kirin.


Parlamenter û nûnerên HDP, DBP û KCD'ê jî di ziyareta xwe de esnaf vexwendin çalakiya ku dê sibê saet di 11.00'an de li ber avahiya DBP'ê pêk bîbinin kirin.


(rd-bo/mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN