DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Saziyên kurd ji bo çalakiya sibê bang li Amediyan kirin

28 Cotmeh
20:43 2016

AMED (DÎHA) - Rêxistinên DBP, HDP, KJA û KDC'ê ji bo çalakiya Sibê li Ofisê pêk bê bang li gelê Amedê kirin û xwest her kes li vîna xwe xwedî derkeve û tev li çalakiyê bibin.

Rêxistinên DBP, HDP, KJA û KCD'ê ji bo binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û zextên li ser siyasetmedaran şermezar bikin dê sibê li ber Rêxistina DBP'ê ya Yenîşehîra Amedê daxuyaniyê bidin. DBP'ê têkildarî çalakiya sibê ku saet di 11.00'an de li Semta Ofîsê pêk bê daxuyanî da û xwest hemû Gelê Amedê beşdarî çalakiyê bibe. DBP'ê bang li hemû gelê Amedê kir û xwest li dijî binçavkirin, dagirkirina şaredariyan û zextên li ser siyasetmedarên kurd bertekên xwe bînin ziman û tev li çalakiya sibê bibe.

(mae)

28.10.2016 - 20:39:43



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN