Dîrektorê RSF'ê Mihr: Qutkirina înternetê li dijî azadiya çapemeniyê darbe ye
STENBOL (DÎHA) - Kordînatorê RSF'ê yê Almanyayê Christian Mihr, têkîldarî qutkirina înternetê ya li bajarên kurdan diyar kir ku ragihandina mobîl, a înternetê niha gelekî girîn e û wiha axivî: "Ji ber vê yekê jî vî qutkirinê em li dijî azadiya çapemeniyê wekî darbe dinirxînin."
Kordînatorê RSF'ê yê Almanyayê Christian Mihr ê ku ji bo xebatekî li Tirkiyeyê le têkîldarî azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê û qutkirina înternetê nêrînên xwe parve kir.
'Almanya ji ber pirsgirêka penaberan bêdeng e'
Christian Mihr, diyar kir ku hikûmeta Almanyayê ji ber ku penaberên Sûriyeyê li Tirkiyeyê dimînin kêfxweş e ji ber vê yekê jî di warê azadiya çapemeniyê de bêdeng dimîne û wiha berdewam kir: "Tenê ne Almanya, hin hikûmetên Ewropaya Rojava ji bo ku penaberên Sûriyeyê li Tirkiyeyê dimînin di warê azadiya çapemeniyê de dengê xwe dernaxîne. Lê me wekî RSF rexne kir."
'Li dijî azadiya çapemeniyê darbe ye'
Mihr qutkirina înternetê ya li bajarên kurdan jî nirxand û anî ziman ku înternet bingeha azadiya çapemeniyê ye, înternet ji bo rojnamegeriyê gelek girîng e û nirxandina "Ji ber vê yekê jî em qutkirina înternetê li dijî azadiya çapemeniyê wekî darbe dinirxînin" kir. Mihr destnîşan kir ku 23 saziyên çapemeniyê hatine girtin û ev li Tirkiyeyê ne tiştekî yekem e û ev rêzdariya hikûmetê ya li dijî azadiya çapemeniyê çawaye nîşan dide.
Ji bo Tirkiyeyê 2 proje
Mihr der barê projeyên RSF'ê de jî agahî da û wiha got: "Em ê du projeyan pêk bînin. Ya yekem ew e ku em ê alîkariyê bidin hemû rojnamgerên ku pêwistiyan wan bi piştgiriyê heye. Bernameyên me yên alîkariyê, maseya me ya alîkariyê heye. Ya duyemîn jî em dixwazin di warî pirsgirêkên binesaziyê ya azadiya çapemeniyê de hişyarbûnekî derxînin holê."
Mihr got ku wekî RSF di warê azadiya çapemeniyê de kesên ku têdikoşin piştgiriyê didn wan û peyama piştevaniyê da û gotina "Em bi we re ne em ê di qada navneteweyî di piştgiriyê bidin" bi kar anî.
Dîrektorê Projeya Şopandina Xwedîbûna Çapemeniyê Olaf Steenfadt têkîldarî qutkirina înternetê de wiha got: "Heke hûn înternetê qut bikin ev dê zirarekî cidî bide mafên mirovan. Em vê şermezar dikin."
(sa)