Ahmet Tellî: Rejîma dîktator dê di nav çopa dîrokê de winda bibe
ENQERE (DÎHA) - Helbestvan Ahmet Tellî bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê da û diyar kir ku gelê kurd êdî xwedî hêzek mezin e, dê di demek nêz de van êrîşan bi têkoşîna xwe ya serkeftî bê encam bihêle.
Hikûmeta AKP'ê bi her awayî êrîşî nirx û vîna gelê kurd dike û her roj bi dehan kesan binçav dike û digire. Herî dawî hikûmetê Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli binçavkirin. Piştî binçavkirina Kişanak û Anli bertekên gel, siyasetmedar, nivîskar û hemû derdorên demokrat zêde bûn. Helbestvan Ahmet Tellî têkildarî binçavkirina Kişanak û Anli de axivî û bi bîr xist ku çawa rejîma Hîtler di nav çopa dîrokê de winda bû dê dîktatoriya AKP'ê jî di nav çopa dîrokê de winda bibe.
'Gel dê êrîşan bi tekoşînek xurt bê encam bihêle'
Tellî, da zanîn ku hikûmetê di bin navê OHAL'ê de Hevşaredarên Amedê Kişanak û Anli binçavkirine û wiha got: "Hikûmet dixwaze bi binçavkirina Kişanak û Anli tirsê bêxe nava gelê kurd de. Lê heta ku gelê kurd hate vê astê bi salan tekoşînek dan meşandin. Divê tu kes vê tekoşîna gelê kurd ji bîr neke. Gelê kurd êdî xwedî hêzek mezin e û ez bawerim ku gelê kurd dê di demek nêz de van êrîşan bi tekoşînek serkeftî bê encam bihêle."
'Rejîma dîktator dê di çopa dîrokê de winda bibe'
Tellî, bal kiland ser planên desthilatdaran û wiha pêde çû: "Hikûmet dibêje ku planên êrîşan wan îcat kirine. Lê divê em ji bîr nekin dîktatoriya Hîtler û hemû rejîmên ku êrîşî gel dikin têk diçin û di nav çopa dîrokê de winda bûne. Ger desthilatdar li gorî berjewendyên xwe tevbigerin û mafê gel binpê bikin dê wekî rejîma êrîşkar di nav çopa dîrokê de winda bibin."
'Gelê kurd dê xwedî li nirx, çand û dîroka xwe derbikeve'
Tellî, destnîşan kir ku dîrok tu caran kesên êrîşkar ji bîr nake û wiha domand: "Tu gelên cîhanê di dîroka mirovahiyê de kesên êrîşkar ji bîr nekirine û ji bîr nakin jî. Êrîşên li ser vîna gel dibe ku hêsan bên dîtin lê gel baş dizane ku sedema êrîşan ji tirsa hikûmetan tê. Gelê kurd dê van êrîşan derbas bikin û dê xwedî li nirx, çand û dîroka xwe derbikeve."
'Gelê kurd ne bi tenê ye'
Tellî, bi lêv kir ku hikûmet ji peyamên ku ew didin fêm nake û wiha axivî: "Ger mirov peyamekê bide divê destpêkê mirov peyamê bide kesên ku vê peyamê tê bigihijin. Yên ku peyama me fêm dikin gel e. Em bi hev re ne, em tu caran serî natewînin û em têk naçin. Têkoşîna me dê heta dawiyê berdewam bike û teqez em ê vî welatî bikin cihê jiyanek azad. Gelê kurd ne bi tenê ye em hemû heta dawiyê ligel gelê kurd in."
(fd/mb)