Tarhan Erdem: Li Tirkiyeyê demokrasû tuneye
STENBOL (DÎHA) - Lêkolîner-nivîskar Tarhan Erdem diyar kir ku li Tirkiyeyê demokrasî tuneye û divê ev ji gel re vegotin û wiha axivî: "Ev demokrasiyekî çawa ye? Li Tirkiyeyê demokrasî tuneye."
Kesên ku li dijî polîtîkayên şer êr hikûmeta AKP'ê ne bi şîara "demokrasiyê" tên gel hev û rêxistinbûna xwe didomînin. Ji pêşengên "Ji bo demokrasiyê tevgera yekîtiyê" lêkolîner-nivîskar Tarhan Erdem têkîldarî rewşa dawî ya Tirkiyeyê hin nirxandin kir.
Erdem ê nirxandina "li welatên ku demokrasî tuneye avakirina demokrasiyê zehmet e" kir got ku divê ev ji gel re bê vegotin. Erdem anî ziman ku rewşa li Tirkiyeyê tê jiyîn derveyî hiqûqê ye û divê bê vegotin û wiha berdewam kir: "Divê em di vî rewşê de ji hemû kesan re vebêjin. Ji bo vê yekê jî Ji Bo Yekîtiyê Tevgera Demokrasiyê gelek girîng e. Divê ewil bê zanîn ku demokrasî tuneye."
'Li Tirkiyeyê demokrasî tuneye'
Erdem destnîşan kir ku li Tirkiyeyê demokrasî tuneye û divê bi vî zanebûnê ve têkoşîn bê kirin û wiha axivî: "Li Tirkiyeyê demokrasî tuneye. Ma azadiya fikr heye, azadiya civînan heye? Waliyek bi teblîfekî li tevahiya bajar çalakiyan, civînan, xwepêşandanan dikare qedexe bike ma di rewşekî wisa de li wî welatî demokrasî heye? Ev demokrasiyekî çawa ye? Li Tirkiyeyê demokrasî tuneye. Bi vî zelaliyê divê bê gotin ji wir bê hereketkirin." Erdem têkîldarî polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê jî nirxand, gotinên Serokomar Tayyîp Erdogan ê "Musîl a me bû ez dersa dîrokê didim" bi bîr xist û nirxandina "Polîtîkaya derve mijarekî girîng e. Ez di vî mijarê de xwedî agahî nînim. Em ji serokomar dersa dîrokê digirin. Dema ku wan dersan biqedînin dibe ku em hin tiştan hîn bibin" kir.
(sa)