Gelê taxê parka xwe dixwazin
EDENE (DÎHA) - Şaredariya CHP'ê ya Çukurovayê ligel biryara dadgehê jî partak ku daye şîrketek taybet vala kir, gelê herêma jî dixwaze ku şardarî li gorî biryara dadgehê tevbigere.
Şaredariya CHP'ê ya Çukurovayê Parka Dogal "Dînozor Parki" ya ku li taxa 100'ê ye bi hinceta parastinê, nîviya wê bi kîrayê da şîrketek taybet, park bi têlan hati girtin û bi pereyek girina dihêke ku gel bikeve parkê. Li ser vê yekê gelê herêmê sala bihûrî ji bo park bizivire halê xwe yê berê serî li Dadgeha Îdarî ya Edeneyê dabûn. Dadgehê daxwaza welatiyan mafdar dît û xwest şaredarî dest ji vê pêkanîna xwe berde. Ligel ku biryara dadgehê heye jî şaredarî biryarê pêk nayîne.
Endama Însiyatîfa Gel a taxê Şadiye Yeşîltepe diyar kir ku şaredariya CHP'ê ya Çukurovayê ya ku ji xwere dibêje "ez gelim" Parka Dogal vegerandiye cihê rantê û wiha got: "Park a gel e û divê ji gel re bê dayîn. Ligel hemû bertekan jî şaredariyê bi têlan park kiriye du perçe û daye şîrketek taybet. Ev 4 mehin me doz qezenc kiriye lê şaredariyê park vale ne kiriye. Ji bo şerdarî biryara dadgehê bixe meriyetê me bi rêya parêzeran serlêdan kirin lê şaredariyê tu bersivek ne daye me. Ji bo em xwedî li parka xwe derkevîn êm ê roja Yekşemê li parkê sermînerekê li dar bixin û em ê bi gelê taxê re dest bi berxwedanê bikin."
Yeşîltepe, da zanîn ku niha dema berxwedan bi hev re ye û wiha axivî: "Bila Dînozoran bibin cihek din, têlan rabikin û parka me bizivirînin halê xwe yê berê. Bila şaredarî biryara dadgehê pêk bînin. Ger şaredarî biryarê pêk neyîne em ê ji bo parka xwe li ber xwe bidin. Em ê derbarê şaredariyê de doza cezayê vekin. Divê şaredarî dest ji van pêkanînên xwe yên dij hiqûqî berde."
(mb)