Rojnameya Cumhuriyetê jî nadin girtiyan
STENBOL (DÎHA) - Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya û Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundemê Zana Kaya 2 mehin di bin tecrîda giran de tên girtin. Birayê Zana Kaya Musa Kaya, diyar kir ku birayê wî di bin tecrîda giran de ye û rojnameya Cumhuriyetê jî nadin wan.
Rojnameya Ozgur Gundemê di 16'ê Tebaxê de ji aliyê dadgehê ve hat girtin û piştî hat girtin polîsan bi ser avahiya Rojnameya Ozgur Gundemê de girt. Di serdegirtina Rojnameya Ozgur Gundemê de Midûrê Karên Nivîsan Înan Kizilkaya û Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameyê Zana Kaya hatin binçavkirin û hatin girtin. Zana Kaya û Înan Kizilkaya zêdeyî 2 mehin li Girtîgeha Hêjmar 9 a Silivrî di bin şertên tecrîdê de tên girtin. Birayê Zana Kaya Musa Kaya, diyar kir ku girtî di bin şertên giran de tên girtin.
Rojnameger nikarin rojnameyê bixwînin
Musa Kaya, anî zimam ku her hefte diçe hevdîtina birayê xwe û ji bo xwendinê her hefte li gel xwe Ozgurlukçu Demokrasi, Cumhuriyet, Evrensel û Bîrgunê dibe girtîgehê, lê rayedarên girtîgehê rojnameyan nadin birayên wî. Kaya, bilêv kir ku tenê rojnameya Hurriyetê dişînin girtîgehê û wiha got: "Zêdeyî 2 mehin girtî ne. Heta niha tenê 3 pirtûk dane birayê min. Dema min sedema vê yekê ji gartiyanan pirsî diyar kirin ku ji jor ferman ji wan re hatiye.
Tenê '15-20 deqîqe hevdîtin dikin
Kaya, bi pirsa "Çima rojnameyan nadin rojnamegeran? berdewam kir û wiha got: "Birayê min di bin şert û mercên li dijî mirovahiyê de dijî. Li gel ku roja pencşemê roja hevdîtinê ye jî nikare gelek caran birayê xwe bibîne. Kaya anî ziman ku her dem li gorî xw saetên hevdîtinê diguherînin û wiha got: "Divê saetên hevdîtinê diyar û sabît bin. Lê rayedarên girtîgehê li gorî xwe saetên hevdîtinê diguherînin. Ger kuem rojek berê ligirtîgehê negerin û hevdîtin nekin. Em dê saeta hevdîtinê fêr nebin. Dema ez diçim hevdîtinê jî tenê dikarin 15-20 deqîqeyan hevdîtin bikim.
Rojnameger rastî gefan tên
Kaya, bilêv kir ku birayê wî û girtiyên din her dem di bin zextan de dijîn û wiha berdewam kir: "Rayedarên girtîgehê zorê li wan dikin ku li ser piyan hêjmarê bidin. Dîsa dema diçin hevdîtinê ji wan dixwazin du di bin dîwaran de bimeşin. Ji ber ku birayê min li dijî van zextan slogan berz kiriye gefa ceza li wan xwariye. Ji ber ku birayê min li dijî van pêkaninan sewka xwe xwestiye jî ev daxwaza wî hatiye redkirin. Ewlehiya canê birayê min tune. Lê ligel hemû zextan em moral ji birayê xwe digirin. Em ji bo jiyana Kaya, Înan û jiyana nivîskaran Aslı Erdogan û Necmiye Alpay bi fikar in."
Kaya herî dawî got bilêv kir ku li gel vê tecrida giran Wezîrê Dadê Bekir Bozdag anîye ziman ku "li girtîgehan îşkence tune" û wiha got: "Ger ku îşkence tune be, çima ev tecrîd tê meşandin. Divê wekîl biçin li vê girtîgehê lêkolîn bikin. Birayê min û Înan Kizilkaya di bin tecrîdê de dijîn û em ji ewlehiya wan bi fikar in."
(mae)