Jin bi hezar kedê hinaran dikin tirş
HATAY (DÎHA) - Jinên ku li Hatayê hinaran kom dikin û tirşa hinaran çêdikin yek bi yek ji baxçe kom dikin û heb bi heb paqij dikin. Piştî paqij dikin bi kedek mezin tirşê çê dikin û pêşkêşî sifreya hezaran dikin.
Li navçeya Kirikhanê ya Hatayê jinên ku hinaran kom dikin bi kedek mezin paqij dikin û dikin tirş. Jinên ku bi kedek mezin hinaran ji nava baxçeyan kom dikni nêvî ji bo tirşê paqij dikin û nêvî jî ji bo firatinê cuda dikin. Jinên ku hinaran ji bo tirşê cuda dikin yek bi yek perçe dikin û heb bi hep ji nava qalikan paqij dikin. Jina bi navê Mevlide Bal, diyar kir ku ew piştî hinaran ji nava baxçe kom dikin yek bi yek ji qalikan derdixin û paqij dikin. Qiştî hemû hebên hinaran di teştekêde kom dikin rojekê li ber tavê dihêlin û piştre dixin hawizê dimsê. Piştî di hawizê dimsê de dieciqînin bi riya parzûn ava wê derdixin û di sîtilan de bi saetan dikelînin. Piştî kelandinê jî kefa wê ji ser digirin û hat tîr dibe dikelînin û herî dawî dixin şûşeyan û amade dikin. Bal, herî dawî anî ziman ku ji 15 kilo hinarên bi heb kîlok tirşt derdikeve. Bal, da zanîn ku hem ji bo xwe û hem jî ji bo firotinê tirştê amade dike û bi vî rengî debara xwe dike.
(mae)