DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Parlamentera Îngîlîz: Tirkiye serbijêr ve diçe

 
29 Cotmeh
09:07 2016

AMED (DÎHA) - Parlamentera Partiya Kesk a Îngîltereyê û endama Parlamentoya Ewropayê Julie Ward diyar kir ku hevdîtinên wan ên li Amed û Mêrdînê gelek tişt nîşanî wan dane û Tirkiye di serdema modern de paşketinek mezin jiyan dike.

Parlamentera Partiya Kesk a Îngîltereyê û endama Parlamentoya Ewropayê Julie Ward ku di nava heyeta Tevgera Tabana dijberî Nijadperestiyê yên Firansa Ewropa (EGAM) û Parlamentoya Ewropayê de cih digire û 3 rojan li Amed û Mêrdînê lêkolîn kirin ji ajansa me re axivî.

Julie Ward a ku li Balefirgeha Ataturkê ya Stenbol ji aliyê polîsan ve hat ragirtin, polîsan dest danîn ser amûrên wê diyar kir ku di sedsala 21'emîn de ku wekî sedsala modern tê binavkirin li Tirkiyeyê paşketin tê jiyîn. Ward, da zanîn ku di serdema zanistî de sînordar kirina çapemeniyê tê wateya astengiya li hemberî derketina rastiyan û wiha got: "Mafê mirovan ê zanist girtinê heye. Divê ji çavkaniyên serbixe nûçeyan bigire. Divê ne tenê ji kanalên dewletê zanist bên girtin."

Ward, destnîşan kir ku tiştên wan li Amedê dîtine gelek bi êşin û wiha pêde çû: "Min di mirovên li vir nas kir de xwe dît. Dema wan tiştên jiyan vegotin, min binpêkirinên mafan û zextên li vir baştir dîtin. Ev bandorek mezin li ser min çêkir. Yek ji bûyerên ku herî zêde ez jê bandor bûm di dema ziyareta min a li Nisêbînê de bû. Min dayîkên ku zarokên wan hatine qetilkirin û bavên ku zarokên wan di jêrzemînan de hatin şewitandin dît. Seknek bi rûmet a gelê Nisêbînê heye. Ligel tiştên jiyane jî aştiyê dixwazin."

Ward, bi lêv kir ku ziyareta wan a Kongreya Jinên Azad (KJA) ronîker bû wiha wiha domand: "Ziyareta KJA'yê ji bo min ronîker bû. Min jinên zane, bihêz û hesas dîtin. Ev ji ji bo mafê xwe li ser piyanin, dengê xwe bilind dikin û vê netenê ji bo mafê xwe dikin. Ji bo mafê hemû kesî têdikoşin."

Ward, behsa ziyareta xwe ya li kampa êzidiyan jî kir û wiha got: "Li kampa êzidiyan ev 2 salin gel têkoşîna jiyanê didin. Gelê kurd û şaredariyên wê di vê mijarê de gelek bi hestiyarin. Divê civaka navnetweyî jî di vê mijarê de berpirsariyên xwe bînin cih. Zarok perwedehiyê nabînin û daxwaza zarokan a fêrbûnê zêdeye."

'Ez heyranê wêrekiya jinên rojnamegerim'

Ward, da xuyakirin ku li Tirkiyeyê niha gelek rojnameger girtîne, yek ji van jî nûçegihana JINHA'yê Zehra Dogan e û wiha axivî: "Wekî endamên PE'yê me derbarê rewşa Zehra Dogan û rojnamegerên din de nameyek amade kir û teslîmî Nûnertiya Komîsyona Ewropayê ya Bilind kir. Ez heyranê wêrekiya jinên rojnamegerim. Ligel ku di girtîgehê de ne jî jiyana jinan dinivîsin. Êrîşên li hemberî jinan gihiştine astek xeter. Ez ê çîrokên ku min ji vir kom kirine bibin cihê ku jê hatime û mirovên li vir re ragihînim. Ev peywira mine. Ger ez vê peywira xwe bicih neyînim, dê mirovên li cîhanê tiştên li vir hatin jiyîn fêr nebin."

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN